Polîtîk

Berbijêrên ji kar hatîn dûr xistin nikarin belgenameyê werbigirin

Piştî hilbijartina berbijêrê serbikeve divê belhenameya bawermediyê ji Dezgehê Hilbijartinê yê Bilind bistîne da ku fermî bibe şeredar û dest kar bike. Wek tê zanin gelek kes bi biryarekî qanûnî ji karên wan hatibûn dûrxistin. Niha jî Dezgehê Hilbijartinê yê Bilind belgenameyê nadê wan kesên ku ji kar hatîn dûrxistin.
Belgeyênameyê dide berbijêrê ku rêza duyem de deng anîn. Ji bo vê yekê li hinek deverên Kurdistanê şeredarîî ji destê HDPê derdikeve dikeve di destê AKPê de.
Li gora vê biryara Dezgehê Bilind yê hilbijartinê hinek guhertin li bajarekî û hinek navçeyan çêdibe. Berbijêra HDPê ya ji bo Şaredariya Sêrtê Bêrîvan Helen, berbijêrê navçeya Rezan (Baglar) a Amedê Zeyad Ceylan, berbijêrê nahiyeya Dagpinar a navçeya Dîgor a Qersê Abubekir Erkmen, berbijêrê navçeya Tuşba ya Wanê Yilmaz Berki, li navçeya Edremîtê Gulcan Kaçmaz û li Bêgirê Leyla Atsak bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de ji karê xwe hatine dûrxistin.

Back to top button