Kultur

Min dît û nabêjim (Roman)

 

Silêman Çakir
Çaxê em zarok, ku me xeletî dikir mezine em hişyar dikirin. Gelek care gotinê serpê hatî ji mere digotin. Ên ku nekê bîye mezine sitrihê wa dibê wek ên bizine .Mirovê biçê girtine masîye wê şil bibê. Ên zanê, ji xwe zanê, Ên ku nizanê baqê nîske ye.
..Wek va gotinê serpêhatî gelek di wêjeye Kurdî de hene. Lê em qedrê wa nizanin. Ev jî tiştekî bàlkêşe. Serok wezîrê Tirkîye ku em kurê Gel’in,raqîbê wî ku em kurê (q)’ne. Tu çawa vêna dibêjê, ev çawa gotine. Ev halo nabê, ne sîyaseteke raste.
..Welat parve bûye, Gelê Kurd li Cîhanê belav dibê, her roj Kurd qetil dibin , li Başur keda sed û pêncî (150)salî û wek Devlet bûnê xebat heye û tehlûke heroj zêde dibin. Hinek di rabin çîrok û çîvanoke dibêjin. Yanî vaye em jî sîyasetmedarin. Were projê te çine bêje. Na ji xeynî ku pisgirêke derxin, tiştekî tuneye. Ji Gelê Kurd re tiştne di xwazin balkêşin.
..Edî bese, bes Kurda tar û mar bikin. Heqê te tuneye. Dema ku tu jibon Dewlet bûnê ne xebitê, tu çûkê beytik li hawa bigrê kâye vala ye. Ji Qadî bigre heta bi Şêx Seîdê kâl çime darvekirin? Şert û merc gelek giran bun,çare serî gelek kêm bun. Lê wa Dewletbûn di xwest û neyar wa darve kir.
..Ne ku wek hinek dibêjin, nezan û perişan bun .Ew qehreman bun û em bejna xwe her tim li himberì wa di tewênin. Kâlikê me dibêjê “”Min bi hîle û pîlê we serî nekir, ev ji minre bu dert, min ji were serî nedanî bere ev jî jwere bibê ders. “”” Ez sund di xwum ku bi wêjeye qominîste tucar mijûl nebim, ne nivîsim. Jibon ku ew jibon xwene, em jî emê jibon Gel û welatê xwe bibin. Kâlanê me dibêjin şixulkerê xwe be, mihbibê dilê xelkê be.
..Mirovê ne jibon Gelê xwe bê, bi kêrî ti kesî naye. Xanîyê kâlê min di serhildane Haco de şewitandin “”Mendere kelehê “”Metike min bi hezna Dinyayê xweşik bu. Dema Romî digirtin ser gund pora xwe qijolî dikir, cilke hevîr dida serê xwe û rûkê xwe bi tenîyê reş dikir, jibon ku bê dîne û zerarê ne dinê. Vêce divabê an em tevde dîn bibin, an jî Dewleteke me çêbibê. Jibon ku ev ezîyet xilas bibê. Mîne hozan dibêjê. .Dengek teyî guhê min, nale nale welate, barê liser milê min, barekî pir girane , Kurdno rabin hişyar bin. Hun guh nedin nemerde, bav û kâlê me rabun, hemû mirin ji derde, Ev derdê wayî giran , vaye lime eserde. ..Zarok bûn, heya wa ji Dinyayê nebû. Roj jibon wa şev, şev jibon wa Roj bu. Nan bi nan dixwarin. Ava bacane liser nan di danîn u bi rê de dixwarin.
..Di lingê wade pîlav hebû (sol)lê çi şekâl. Yek sor u yek şînbu. Şekâlê lastîkî ne qundire bu.
..Bi cewrikê sa re di lîîstin u kêf jê disitandin. Nêrî di berdane hevdû peznê wa didan. Şerê berane jiwa re kêfeke hêja bu. Di çûne girtine masîye lê netanîne malê .Li serdorê agir dikirin u di biraştin bi hevre dixwarin.
..Diketin pêşîye garana gund di doşan u şîr di vexwarin. Qumarvan bun, lê çawa qumarcî. Ji kevire xar çêdikirin u di qalib de gurover dikirin u rûnê pez didanîne ser di nav paçekî şevekê dihiştin u biwa di lîyistin. Min Got ye qumarvan bún.
..Perê hesin di xistin rêz bi xare liwa di xistin. Li çend pere xistibane dixistin bêrîke xwe.
..Ev lîstik bi hevre di lîyistin. Salek ji sale biryarek hate sitandin gotin gund bê dibîstane. Dibîstan vebu li gund. Mamoste hat lê pisgirêgek hebû. Mamoste di dilê zarokede wek tirsê bu. Perwerdeyî ne zimanê zikmakî bu. Di gotin Mamoste li zaroke di xê. Ev tirseke xerab bu. Li gund Du zarokê sêwî hebûn. Mamoste bi mûxtar re dest bi nivîse navê zaroke kir.Her serè malbatekê yek Du zarok dihatin nivîsandin. Lê ew her Du zarokê sêwî nehatibun nivîsandin. Mûxtar mamoste agahdar kir. Mamoste ku divabê tu wa ser navê xwe bidê nivîsandin.
..Yek Cafer u yek zahfer bu. Ne birayê hevdu bun lê qedera wa wek hevdu bu. Hevalê hevdu bun. Ne sekinî u eksoyî bun. Mûxtar bu kefîlê wa u hevdu hatin nivîsandin. Dibîstan vebu u perwerdetî dest pêbû.
..Wek her şakirt Cahfer u zahfer xwe amede kirin u derketin ser rê. Dibîstan nêzîkî gund bu lê rêçke wê nexweş bu. Ser bi ser kevir u herî bu. Zarok u Cafer u zahfer di çûne dibîstanê. Dema di meşin zarokek henekê xwe bi Cahfer dikê. Cahfer di rajê kevirekî li serè wî zarokî dixê. Serê wî dişkînê, xwîn wek avê di herikê.
..Zarok bi lez mamoste agahdar dikin.Didine fahm kirin. Mamoste tê u di hebitê. Roja pêşî serê şagirtîkî tê şikandin moralê wì xeradibê. Mamoste di pirsê dibê kê wilo kir? Zarok bi hevre dibêjin cahfer rrrrr…Cahfer bi qambilî waye ji mamoste fahm nakê lê ji zaroke fahm dikê.
Ji xwere dibêjê ez biçim gund wê min bigrin. Ya rast ez biçim çîyê. Bi lez di revê u derdikevê çîyê. Li pişt xwe meyze nakê u di revê. Ji hal dikevê dibê şev. Birçî u tîye.Xewa mirîye tê lê a birçiye naye. Di wesitê pişta xwe didê dareke berûye u di xewde diçê.
Westîyandin gelek zore, dema tirs li cem bê, hên zortire. Di temenê zarokîyêde. Çaxê mirov xeletîye dikê, jibon mirov mîne talîye Dinyayê. Cahfer di wê merhelê de radikevê.
..Hawa sare, ber êvarì bêhtir sare. Di xewde xewnekê dibînê. Di xewna xwede dikevê çemekî kûr. Avjenîyê jî nizanê. Bezirganek di wirde derbas dibê, dema dikê hawar kûçikê bezirgan wî hişyar dikê. Bezirgan di haware Cahfer ve diçê. Wî xilas dikê, di vê dema xilaskirinê de Cahfer hişyar dibê. Dema li rexê xweyî rastê meyzedikê. Çin bibînê başe?
..Hirçek li serserê wî sekinîye wî bêhn dikê. Wî liser pişte xwe dikê û wî dibê. Hirç Cahfer dibê şikeftê û tiştne biser dadikê û di xwazê hinek xwarin bidyê. Li dore xwe meyzedikê tiştekî nabînê. Bi lez derdikevê û kevirekî mezin didê ber devê şikeftê û diçê gundê ku li serdorê nêzîke qontrol dikê.
..Çend malê ku derîyê wa vekirîye dibînê. Diçê li male digerê nan, penîr û hinek tiştê xwarinê dixê kîsekîde û bi le tê şikeftê.
..Cahfer raketîye lê li dengê hirçê hişyar dibê. Hirçê kîsê ku xwarin têde liber Cahfer didênê .Cahfer dema xwarin dît ji kêfa girî. Xiste qêrîn, hirçê fahm kir û çu cem Cahfer û wî himbêz kir. Hirç jî girî, malbata Cahfer hat bîra wî.
..Haydutte biser male Wade girtibu û tevde qetil kiribun. Ew û kàlê xwe tenê xilas bubun. Ji gund revî bun û bi roje meşîbun, çûbûne cem cîrarene. Dema hirçê alîkàrî jêre kir zilme haydutte hate bîra wî. Ku em qetil kirin û ez divaderede derketim. Hinek xwarin xwar û dayî hirçê jî .Tî bu, hirçê fahm kir .Cahfer xwest ew biçê li avê bigerê, hirçê ku na tu rune. Ew derketim û çu nav gund û kete malekê de. Cêr li lêwanê bu. Dema hirçê Cêr danî ser milê xwe hirtepilî û deng derket û xwedîyê pê hisîye hirç revî mêrik rayîşte çekà xwe û çend fişek berdane hirçê.
..Hirç birîndar bu û hate şikeftê. Dema cahfer dît ku av bi hirçê re nîne wê himbêz kir û dest avête ser sînge hirçê. Destê wî şil bu.fahm kir ku hirç birîndare. Birîn girêda û ji wesitandinê raketin. Cahfer radikevê û hirç birîne xwe tàlîsê û paqişdikir. Xwîne birîne wê sekinî wext ji wextê fecerê derbas dibû. Ber bi roj hilatîyê ve diçu.
..Çend nêçîrvan wê şevê li devre di mînin. Ber bi sibehê ve jibon nêçîrê xwe amede dikin. Derdikevin ser rê jibon nêçîrê. Yek ji nêçîrvane noqtekek xwîn dibînê. Xwînê di şopînin, şop diçê ber devê şikeftê, lê kevirek liber devê iikeftêye.
..Kevir di rakin çi bibînin. Zarokek û hirçek di xewde lê li dengê wa hişyar dibin. Hirç ne li hişê xweye. Cahfer pêşî ditirsê. Piştre fahm dikê ku nêçîrvanin .Deng didê wa û dibê jibon xwedê zerar nedin vê hirçê, gelek qencî bimin kir.
..Çîroke xwe bi kurtî ji ware dibêjê, nêçîrvan dibêjin em jibon te karin çibikin? Ez tiştekî jiwe naxwazim bixêr herin bese. Dibêjin na çênabê tu livir bê em ne rehetin. Di wê demêde hirç bi hişê xwe tê û îşaretekê didê cahfer. Dibê tu here tiştek bimin nayê .Cahfer dibêjê nêçîrvane, eger hun soz bidin min, ku hun wek min bikin ezê bêm.
..Nêçîrvan dibêjin em soz didin ku em wek te bikin. Piştî hevdu razî kirin xatir bi hirçê xwestin û derketin ser rê. Bi rê de nêçîrê jî dikin û dimeşin. Di gihijin ser rêke wesayîte. Di wî wextî de wesayîtek tê. Cahfer dibêjê nêçîrvanê eger hun destur bidin, ev wesayît diçê meyafarqîn ezê siwar bibim û biçim. Destur didin û diçê.
..Cahfer di gihijê bajêr û dadikevê û xatir bi bajovan di xwazê û di meşe merkeze bajêr. Meyafarqîn bajerekî Dîrokî û cîyê Mîrekeye. Bi rêde leqayî nahtorekî dibê. Silav didê û dibê ez xerîbim min bibe male Mîr. Wî dibê û digihijin ber derîyê Mîr, nahtorê duyem liber derîye Silav lê dikin û cahfer dibê ez di xwazim herim dîwane Mîr. Nahtor Mîr agahdar dikê û Mîr dibê wî bîne.Zahfer û Cahfer hevalê hevdûne. Gelekî ji hevdû hiz dikirin û bi şev û roj bi hevdûrene. Wî bi hevre heta zanengehê xilas bikin, bibin xwedîyê kàrekî jibon xwe , malbat, Gel û welatê xwere xizmet bikin.
..Lê felek liwa xaîn ket û xeyalê wa liber bayê bablîsokê ket û çûn. Piştî setşikandin û tirse mamoste bi çend roje grubeke çekdar bi ser gund û mmslbata wîde digrin û malbata wî qetil dikin Dibîstane wa di şewitênin û gelek gundîye di kújin û mamoste bi xwere dibin.
..Derdê Zahfer yek bu bûyî dudo. Piştî girtine ser gund ên ku hebún bi zahfer re penaberî bsjêr bun. Ew jî çu Dibîstane raketîyê. Gelek xemgîn bu jibon heval û mamostê xwe. Sund xwar ku bi xwênê û bibê bişîjk dibîstane navend û seretayî xilas kir û çû zanengeha bişîjkîyê. Xilas kir û li nexweşxanekê dest bi kàrê xwe kir.
..Çend sale xebitî, lê xebat ne bi dilê wî bu. Çend hevalê xwe razî kirin bi hevre nexweşxaneyek vekirin.Navê wê “””Jîyane nu danîn Cahfer li cem Mîr dest bi xwendine olî kir.Serê awil bi elif û bê dest pêkir. Seydayê wî gelek qedir didayê. Derbasî xwendine Quranê kir. Bu Hafiz rojek fêrê didê feqehê xwe keça Mîr di wirde derbas dibê.Cahfer gelek xweşike. Dema hevdû dibînin û dibin evîndarê hevdû .Cahfer dema keça Mîr dibînê agir bi dilê wî dikevê.
..Seyda dibêjê, belê Dîlber tu delal û pir hêjayî. Ez seydayê girêdayî. Li vadere ez bi tenê, bê dayîk û bê bav mayî. Lê Dîlberê tu navê xwe jibomin bêje. Ez têkevim emrê te weke xulam. Keçik dibêjê lolo seyda tu gelek zîrek xweş gotinî. Tu navê min tu di xwazê. Ez jibone te bibim carî navê min ez keça Mîr ezim Zêrîn. Dibê delal ez bi xulam, jibona te bibim heyran. Lê tirse min Mîr his bikê, me herduye bixê zîndan. ..

Back to top button