Nivîsar

Demirtaş hewl dide rola Ocalan bileyze ?

Selahatin Demirtaş hevserokê HDPê yê berê, niha di girtigehê de rojane hevpeyvîna li gel medyayê çêdike û peyama ji bo hilbijartinên herêmî dide. Ev helwesta Demirtaş gelekî balkêşe. Ne helwestek bi serê xweye û mirov dikare vê yekê di çerçoveya nakokiya di nava PKKê de binirxîne.

Herweha hinek aliyên di nava PKKê de ku ji dil Ocalan dihebînin, ji vê helwesta Demirtaş gelek acizin û ew dibêjin ku Demirtaş hewl dide role Apo leyiztî di sala 1013ê û hilbijartinan de, niha Demirtaş dixwaze bileyze .

Tê zanin ku, dema destpêka “pêvajoya çareseriyê“ Ocalan ji Îmralî peyam didan û peyamên Ocalan di qada siyasetê de û li Qandil dihatin nirxandin. Tê zanin ku peyam, daxûyanî û nameyên Ocalan hemû di kontrola MITê de dihatin nirxandin û dertêxistin derve. Gelo heman tişt ji bo Demirtaş jî dibe yan rastî ev derfet dane Demirtaş ku peyamên xwe bigihîne.

Tê zanin ku demek dirêj Abdullah Ocalan ji rojeva PKKê derketibû. Kesekî behsê nakira. Lê vê dawiyê Ocalan hate bîra desteya revebir a PKKê û biryara çalakiyên greva birçîbûnê hate dayin. Ev çalakî belav bû kete rojeva siyasî de. Di vê demê de birayê Ocalan li Îmralî serdan wî kir û peyamek li gel xwe anî.

Birayê Ocalan da xûyakirin ku, rewşa Ocalan baş e û tu guhertinek tuneye û herweha tenduristiya Ocalan jî baş e.  Lê peyama Ocalan radestî HDPê kir. Hevserokên HDPê dan xûyakirin ku ewê peyama Ocalan eşkere bikin. Lê deng ji wan derneket. Li gora tê gotin, Qendil nehişt ev peyam bête eşkere kirin. Birayê Ocalan jî nekarî vê peyamê eşkere bike, belkî jî ji Qendil rê nedayê.

Ji aliyek din mirov mereq dike gelo çi di vê peyamê de heye ku reveberiya PKKê pê aciz bibe. Yan jî dê peyama Ocalan de, hatiye ku ev grevên birçîbûne ne ji bo wî ne . Eger grev li ser daxûyaniya Ocalan dawî bihatan dê bernameya reveberiya PKKê têk biçûya. Yan jî pirsek din heye ku ne li gora hesabên reveberiya PKKê ye.

Tê zanin ku peyama Ocalan di destê hukumetê de jî heye. Lê gelo ji bo çi ew eşkere nakin? Dixweyê leyiztikek di vê mijarê de heye . Ew jî îro sibe derdikeve holê.

Ji aliyek din ve , dema grevên birçîbûnê destpê kirîn dengê Demirtaş qut bibû. Lê eve cardin dengê wî belav dibe. Gelo leyiztik di nava PKKê de ye yan derveyê PKKê ye, nayê zanin.

Grevên birçîbûne digihê armanca xwe yan na, ev nayê zanin. Di rastiya xwe de armanca vê çalakiyê bi xwe nayê zanîn. Lê wek pêşniyar, bila li Qendil rêveberên PKKê bikevin greva birçîbûnê de, piştre Demirtaş û hevserokê HDPê bila dest greva birçîbûne bikin heta bigihin armanca xwe..

Lê mixabin heta ev siyaseta xaponek hebê dê xwelî li serê hinekan be û ji vê siyasetê re dibin dest û pê.

Nûçe/Analiz

Back to top button