Cîhan
Wezîrê derve yê Îranê îstifa kir
Wezîrê derve yê Îranê Mihemmed Cevat Zarifê ji weziya derve ya Îranê xwe vekişand. Zarifê di hesabê xwe yê Instagramê de îstifa xwe eşkere kir. Di daxûyaniya dayî de Zarifê dibêje: Ez ji bo hemû kêmasiyên pêkhatî doza lêborînê dikim. Ji bo dema ku min wezîriya derve ya Îranê kirî, spasiya desthalatdarên Îranê û xelkê Îranê dikim.
Îstifa Zarîfî ji aliyê wezereta derve ya Îranê ve jî hate piştraskirin.