Civak

Sersaxiya wefata Hemaîl Xanê- Mehemed Emîn Bozerselan

Cenabê serokê birêz ê Kurdistana azad
Kak Mesûd Barzanî hêja û qedirbilind

Min xebera reş a di heqê wefata dayîka we ya qedirbilind da, bi xemgîniyeka pir mezin û pir dilêşîn bihîst.
Ez ji bo dayîka we ya rehmetî, ji xwedayê gewre rehmet hêvî dikim. Xwedê rehma xwe lê bike û cîyê wê her bihişt be.

Herweha , ez ji şexsê cenabê we re û ji hemû ferdên malbata Barzanî ya hêja û qedirbilind ra te`ziyên xwe yên ji dil û giyan pêşkeş dikim û hêvîdar im ku Xweda ji ber vî derdê giran, sebir bide cenabê we û sebir bide hemû ferdên malbata Barzanî ya birêz û rûmetbilinb.

Bila serê şexsê cenabê we sax be û serê hemî ferdên malbata Barzanî ya birêz û serbilind sax be û bi giştî serê gelê kurd ê qehreman sax be.
Digel silav û rêzên germ û daxazên pêşketin û serketinê

Birayê we
Mehemed Emîn Bozerselan
Swêd 31.07.2011

Back to top button