Mesrûr Barzanî tevlî Konferansa Asayişa navdewletî dibe
Şêwirmendê Meclisa Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi mebesta beşdariya Konferansa Asayişê ya Munichê ber bi Almanyayê bi rê ket.
Roja 14ê Sibata 2019an, Şêwirmendê Meclisaa Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serokatiya şandekê, ku ji Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Almanyayê Dilşad Barzanî pêk tê, bi mebesta beşdariya Konferansa Asayişê ya Munichê ber bi Almanyayê ve bi rê ketin.
Biryar e de Mesrûr Barzanî di çarçoveya konferansê de hinek hevdîtina li berpirsên asayişa welatên din dike.
Konferansa Asayişê ya Munichê konferanseke salane ye li ser siyaseta asayişa navdewletî û ji sala 1963an ve birêve diçe.
Her sal zêdetirî 350 serkirde û kesayetên diyar, ji zêdetirî 70 welatên cîhanê beşdar dibin. Her çiqas konferans cihê şêwir û danûstanina ramanan e li ser mijarên ewlehiyê, ti biryar têde nayê dayîn. Lê ji ber giringiya wê, weke Davosa asayişê tê binavkirin, ango giringiya Munichê ji bo asayişê, weke giringiya Davosê ji bo aboriyê ye.