Cîhan

Se serok û rewşa Suriye

Serokên 3 welatan ji bo rewşa Suriye gotubêj bikin li Rusya bajarê Soçî hatin ba hev .Piştî cîvinê hersê seroka konferansek Rojnemevanî li darxistin û behsa encama civînê kirin.

Dixweyê di civînê de hersê seroka li ser rewşa Suriye li hev nekirine û xwedî rênînên cuda ne.

Di civînê de pirsa rojhilatê Firatê, rewşa kurda li Suriye, pirsgirêka Idlibê û vekişandina Amerika ji herêmê hate axavtin.

Dixweyê ku Îran û Rusya wek Tirkiye nabêjin. Putin li himber medyayê da xûyakirin ew û Tirk li ser çareseriya pirsa Suriye dê li gel hev kar bikin. Lê rastî bi awayk dine.

Li devera Idlibê 12 bingehên Tirkiye , 9 bingehên Rusya û 8 bingehên lêşkerî yên Îranê hene. Kaşo ev bingehên leşkerî çavderiya rewşa Idlibê dikin. Lê heta niha bi nave rejima Suriye ji bingehên Îranê êrîşê grubên çejdar ku li Idlibê dimînin te kirin. Rusya li himber van êrîşa bê denge ji ber ku ev yek bi hesabê wan tê. Lê Tirkiye dikeve tengasiyê de.

Ji aliyek din ve Rusya û Îran kem bê jî behsa mafê kurda li Suriye dikin, lê Tirkiye li dijê vê gotarêye û PYDê wek rêxistinek terorist dide nasandin û vekirî dibêje ku em li sinorê xwe rênadin vê yekê.

Niha jî  behsa li hevhatina Edenê ya nevbera Tirkiye û Suriye de tê kirin. Li gora vê li hevhatinê , eger nêzik sinorê Tirkiye tehdîtek bî dîtin, Tirkiye dikare heta 5 kilometreyî bikeve nava axa Suriye de. Ji aliyek din Rusya û Îran du hêzên bingehînin ku rejima Suriye diparêzin û hevalbendên rejimê eşkerene. Lê Tirkiye her demî bi tundî dijitiya rejimê kiriye û pişgiriya opozisyona Suriye kiriye. Lê van demên dawîde pêwendiyek mistewayek nivz de bê jî li gel rejima Suriye destpêkiriye.

Dema li Suriye behsa pirsa kurd tê kirin, ev gotinek muxlake. Ji ber ku PYD û aliyek e û ENKS aliyek din yê kurdane. Her çikas li ser erdê PYD xwedî bandore jî, lê tu cara rewşa ENKSê û pêşmegeyên Roj pişguhve nayê avêtin.

Soçî tu çareseriyekî peyda nake û tenê rênînên hersê welatan tê xûyakirin. Hersê welat jî li ser rewşa Suriye zehmete bigihin helwestek hevbeş, ji ber ku hersê cuda difikirin û role Amerika heta radeyekî berçav nagirin.

Lê tê zanîn ku Tirkiye li gel Amerika di nava guftoguyek berfireh de ye ji bo rewşa Suriye û rewşa Kurdistana Suriye.

Back to top button