Min dît û nabêjim (Roman)

0
137

Silêman Çakir

Dema ciwan qetil di bûn jibon hineke mîne dawet û girtine dîlanê bû. Ev gelek li zora min dihat, raste dara Azadî bê ked û xwê dan û bedel şîn nabê. Lê dema mirov jibon bêjewendîyê xweyî şexsî mirine ciwane bi xwazê ev jî bê wîjdanî û liser ehlaqê xîyanetê ye.

..Roj nebû ku ciwan qetil ne dibun. Rojek ji roje li civatekê mirovek hate wir.Mijar jî şer wê berdewam bibê, an jî aşîtî? Her şexis fikir û remanê xwe dîyar dikir.Dema ew mirov hat meydan li nav hevdû ket.Peznê xwe bi nasê xwe de.Braderekî ku tu peznê xwe bi nase mede, tu çi dikê û te çi kirîye?Reng lê nema û sikût bu.

..Xeta reş ,qontre û gladîo bi hevdûre Kurd qetil di kirin.Hêz ava dikirin û wa di berdane Kurde, mîne Nisêbîn, Êlîh,Farqîn gelek roje du, sê Kurd û mirov qetil dikirin.Wisa bûbû ku kesek nebê ay….!Édî xwedê jê razî mîne  (H.Ş)dest hilalin û xwe feda kirin ,êdî çavê qatîl û kûjêre tirsîye û Gel cesaret sitand.

..Divabê mirov nebêjê ”””Min Dît û Nabêjim”””divabê rastî bê gotin..

Dema ciwan qetil di bûn jibon hineke mîne dawet û girtine dîlanê bû. Ev gelek li zora min dihat, raste dara Azadî bê ked û xwê dan û bedel şîn nabê. Lê dema mirov jibon bêjewendîyê xweyî şexsî mirine ciwane bi xwazê ev jî bê wîjdanî û liser ehlaqê xîyanetê ye.

..Roj nebû ku ciwan qetil ne dibun. Rojek ji roje li civatekê mirovek hate wir.Mijar jî şer wê berdewam bibê, an jî aşîtî? Her şexis fikir û remanê xwe dîyar dikir.Dema ew mirov hat meydan li nav hevdû ket.Peznê xwe bi nasê xwe de.Braderekî ku tu peznê xwe bi nase mede, tu çi dikê û te çi kirîye?Reng lê nema û sikût bu.

..Xeta reş ,qontre û gladîo bi hevdûre Kurd qetil di kirin.Hêz ava dikirin û wa di berdane Kurde, mîne Nisêbîn, Êlîh,Farqîn gelek roje du, sê Kurd û mirov qetil dikirin.Wisa bûbû ku kesek nebê ay….!Édî xwedê jê razî mîne  (H.Ş)dest bi ser hildanê kirin û xwe feda kirin ,êdî çavê qatîl û kûjêre tirsîye û Gel cesaret sitand.

..Divabê mirov nebêjê ”””Min Dît û Nabêjim”””divabê rastî bê gotin..

Tê fahm kirin ku,welatek dema ku bindest bê, her teşqele û nexweşî pêk tên. Di wextê havînê û heyva Tirmeh û Tebaxê wextê nîvro xelk di Revandin û kesekî deng derne dixist.

..Gelek care asayîş di dît û ji xwe nedibû meraq. Mirov dikete heybeteke bâlkêş de.Wextekî hinek ji sixinake derxist ew bi heyva rûkê rojê ne dîtibûn. Dema çîrokê xwe digotin mirov di mayî sekinî…

.. Diketin dikane û digotin xwedîyê dikanê tê hewqas pere bidê, pisule ji xelkê re bi rê dikirin û digotin divabê tu hewqas pere bidê, an jî jibon te bîst seat mûhlet û lazime tu jî vî bajarî barbikê û biçê, tu nikarê tiştekî xwe bi firoşê anjî bi xwere bibê. Eger wek wa kiribane ji xwe merema wa bi cîh dibû, dema nekiribane ceze kî mezin didanê û an jî di kûştin. .Di wê demê de gelek gund û bajar vala di bûn, mîne bajarê Amed roj bi Roj mezin dibun û jîyan tevlî hevdû dibû.

..Eger çareserî hebê û lîkolîn bibê îstîstatîkê wê demê derkevin holê, wê her tişt aşkere bibê. ..

Mamoste û karmend bû û dibin himbêza wezaretê de fermî di xebitî, ligor qontre o gladîo xayîn bû. Wî jî mala wî derdixistin û bi şev di birin heremekê wî qetil dikirin û termê wî liwir didanîn. Ev çawa wahşet û Edalete?

..Bijîşk bu û fermî di xebitî, di rêke wî de kemîn didanîn û qetil dikirin,ev çawa bext û wîjdane. Wisa kirin ku hevjînê hevdû ji hevdû şik û şûphe bikin.Dema zanistekî rexne tanîn û li herdu milede xayîn dîyar dibû. Gel hate wê merhelê ku çavê xwe li dervî sînor û welat gerand û jibon çareserîye penaberbunê bibînê. Gelo li cîhanê hiquqekî halo heye, ji malbatekê şexisek şaş bê ên dîtir cezê wî bikşinê, an jî bê maxdur kirin. Mirovek heta Xalib nebê ne gûnehkâre, ligor destur û Hiquq temenê wî 18 sal derbas kiribê. Mafê tu kesî tûneye ku zaroke jibon xwe anjî di tiştekî de bidê xebitandin.

..Darê çîye çiqas gunehkarî gelo, mafê kê heye ku agir berdê dare? Bandikin hey Millet meş heye, zarok derdikevin pêş û dema alozî pêk tê ew zarok dikevin halekî gelek xerab. .Eger çareserî hebûne û psîqolog hwd werin têkevin nav Gel jibon ku psîqolojîye ferde baş bibê, ecêb wê çend sal wê bes bibin…Jibon ku şexis ziman nizanê çiqas suçdar û gûnehkâre?

Sal bi sal xwezî bi par.Ev gotineke serpêhatîye û di demê ku derbas dibin mirov bêhtir fahm dikê.

..Li gunde her tişt dîyar û aşkere bû. Dema gûndî ji xew di rabû xwe amede dikir û zanî bû wê çibikê. Ew berberîye ku hebû û di bendî ezîyet dida lê mirov hewqas ji jîyanê û ji rojevê ne di tirsîye.

..Piştî ku gund ji sebebe şer ku xerabûn. Gûndî penaberî bajara bûn. Hên hişê wa ne hatibû serê wa bajar li nav hevdû ketin û mîne hozan jî dibêjê, bajar teng hatin û çareserî mayî dervî welat.Bi mîlyone Kurd penaber bûn û kesek nabêjê çime û jibon çi û kî bû sebeb..

..Penaberî Ewropa û serdore cîhanê, lê entegre nebûn û gelek zahmetî kişandin û bawerim jibon ku ji nezantî şaşîtî kirine bi hezare zarok ketin astengîye û zîndane.

..Mirov gelek meraq dikê ku çend hezar dayîkê Kurd dilê wa şewitî û zarokê xwe winda kirin?Rewş hate wê merhelê ku bav û dayîk nikarî bûn bêjin zarokê xwe bê ev tişt ne raste nekin,ew zarok ji mal derdiket û carek dî hew dihat..Piştî wextekî dirêj an ser mirine wî /wê, an jî liser girtinê agahdarî distandin. …

Rewş wisa tevlî hevdû bûbû, mirov jîyan jibîr kiribû. Ev birîn hên berdewame. Bê kê bîryar dida nayê fahm kirin lê, çend çekdar xwe di berdan nav gunde.

..Hên ne ketine nav gund xeta du yem fahm dikir û agahdar di bu. Di hatin şopandin û qurçike dawî hên ne gihiştine îmha dibun. Ji xwe ji tu kesî ne dert û elem bu.

..Grubeke dîtir wî bêne gúndekî an xwarin di xwarin an jî tiştekî din .Roja dîtir tiqedim çê dibu. Dema li gúndekî xilafet hebûne wey bavo li hâlê gûndîye, an teqandin bu,an jî eşkence. Gel nizanî bû çibikê û li kê bawer bikê. .

..Wisa bûbû her tişt mîne lîstike zaroke bû. Dema zaroke wesayîteke leşker dîtibane dema firset hebûne kevir tavêtin,li milê dîtir bombê gazê di hatin avêtin û Gel zerar di dît. .Ev rewş û jîyan bi sale berdewam bû. Gel di her warîde zerar di dît. ..

Dema wext dibê 21’ê Adar’ê di jîyanê de Zîndî bûn dest pê dibê û rewş tê gûhertin.

..Mêrge û deşt û zozan bandikire hevdû û dibê vaye hat û ji xwe giran rabin…Sosis û beybûn û Gule Laleş reng didin û Newroz bandikê, ey Dehakê zordar vaye ez hatim..

..Xwîn germ dibê û zayî bûn xwe nû dikê. .Kew û bilbil Bandikin hevdû û deng biser zinar û newale dikevê. Mirov şahî û dîlan bi bîr tênê. Li Kurdistan tirs û şahî bi hevre derdikevin holê. Zerî û ciwan rengîn dibin û xwe di berdin kolane.

..Wê kêf û şahî dest pê bibê, dengê tilîlîye diçê deşt û newal û zozane. Xeta reş liber derî liber firset û fesadî yê ye. Bi yek care meydan li nav hevdû dikevê û dibê reqe reqa fîşek û bomba. Bi seda brîndar û cesedi dikevine meydanê. Mirov di mîne şaş ev çîye gelo? Şahîye an jî şere?

..Dayîk reşê girdiğin û hawara zarok û ne çareye. .Ew kêf û şahî cîyê xwe didê xemgîntî û heznê. ..

Ev hawar bi sed sale ku berdewam dibê. Çime gelo û jibon çîye?Kî sebebe û kî bêhengîye wê amede dikê?

..Jibon ku ev hawar û fîgan rawistin çareserî tûneye gelo?Bajarek, anjî welatek serkêş û mesû hene,di destûre navdewletî de divabê çi parastinê jibon însan û Gel re bikin.?

..Yek derdikevê holê dibêjê Gel vê bike. Kesek deng dernaxê û jibon şaşîtîyê helwest nadînê. Çaw jîyan û çawa hâle. Wisa bu ku Law li bav û dayîk hew gûhdar dikê. Wek xwe dikê û di kevê şaşîtî û zahmetîye. Bar giran dibê û bav û dayîk jibîr bar dernakevin,ev heye li Cîhan mîne vê rewşê. Wextekî li dibîstane zaroke ji hevdû bêş disitandin. Kesek ne di rabû midehâle ne dikir.

..Perwerdetî wê çawa bi serkevê û mirovê xwende wê çawa zêde bibin.Nabê ev Halo nabê û divabê çareserî werê.

Gotin şere, lê dem hat gotin ev şerê çîye?Mîne xanîyê ji ax û herîyê ava bibê û baran û qesem bi serde werê, qeşa bigrê û roj bi serde werê.

..Bû wêran û ferman li her derî. Bêjin bese bes nabê ne dawî tê û ne binî. Kê çi digot nedi bu çare, mirin û Talan kirin her tim Zîndî û pare Gel bû. Êdî xeta reş rolê xwe xweş di lîyîst.

..Mirov li male xwe star ne di dît. Yek derdikete holê gotineke bi pênç pere digot ne bege û ne zaniste nikarî bûn bêjin na…Bezirgantî mir û malbatê mezin gelek penaber bûn li çar dorê Cîhan. Ji xwe eşîrtî yê hinek kîn li pey xwede hiştibu û ew kîn û me rêz weke tolhildan derdikete pêş.

..Cîranê ku ji cîran aciz bûbû di çû rêkek di dît û zerar dida cîranê xwe. Çete û pîxwas roj bi Roj zêde di bûn. Dema li milekî daxwazîye Demoqrasîyê dihate ser ziman li milê dîtir Demoqrasî qedexe dibû. Ev çawa nakokîye mirov di mayî şaş.Ser navê leşkerê Xwadayî nasandin pêk dihat û qatîl û qetil tim pêk dibû.

..Gel perîşan û ne çar di me. Roj bi rojê neyartî dinav Gel de zêde dibû mîne ku mirov agir di heyva Tebaxê de perdê pûşê çîyê. Zane bê çare û di revîn ,oldar bê ziman mabûn. Gel di navbenda xelîl û Celîl de mabû. Roj bi Roj bawerî ne di ma û hêvî xilas di bû. Mirovê dilsoz di dilê xwede digotin ey Xwada bîne çareserîyekê. ..!

 

Nerîna min :