Polîtîk
Erdogan sersaxî li serokê Kurdistanê kir
Bi minasebeta koçbarbûna hevjîna rêberê gelê kurd Mistefa Barzaniyê Nemir û dayika serok Barzanî, Duhî serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyib Erdogan perse û serxweşiyên xwe pêşkêşî serok Barzanî kir.
Di peyvendiyeke telefûnî de Erdogan li ser navê xwe û hikûmeta xwe perse û serxweşiyên xwe pêşkêşî serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî kir û hêvî jî xwest ku, koçbarbûna rehmetî Hemaîl Xanê xem û kesera dawî ya malbeta serok Barzanî be.