Civak
Serxweşiya wefata Hemaîl Xanê- Seid Herîrî
Bi minasebeta koçbarbûna rehmetî hevjîna rêberê gelê kurd Mistefa Barzaniyê nemir û dayika serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî xatû Hemaîl Xanê, serokwezîrê berê yê Libnanê Seid Herîrî persenameyek pêşkêşî serok Barzanî kir.
Nav hatî di peyama xwe de hevdem digel diyarkirina hevxemiya xwe a bi serok Barzanî re her weha diyar kir ku, bi bîstina nûçeya koçbarbûna xatû Hemaîl Xanê gelek dilgran bûye û hêvî dike Yezdanê mezin riha rehmetî bi cenetê şa bike û sebir û sebûrî jî bide serok Barzanî û malbeta vî ya birêz.