Civak
Vê êvarê termê Hemaîl Xanê ji Vîenayê digehe Hewlêrê
Biryare vê êvarê termê xwedêjêraziyê Hemaîl Xanê hevjîna serokê netewî yê kurd Mistefa Barzanî û dayîka Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê di merasimeke hêjada û ji Austryayê bigihîte Hewlêrê.
Feysel Debax sekreterê rojnamevanî yê ofîsa serokatiya herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got:
– Biryare vê êvarê termê Hemaîle Xanê bigihîte firokexaneya Hewlêrê ya navdewletî.
Debax hûrgiliyên merasimên pêşwazîkirin û bixaksipardina wê li goristana gundê Barzan diyar nekirin
Îro polîtbûroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di daxuyaniyekê de ragihand ku hevjîna serkirdeyê Kurdistanê Mele Mistefa Barzanî xatûn Hemaîl Xan vê sibê di 85 saliya xwe de wefat kir