Îran: Em amadene diyaloga Enqere û Şamê pêkbînin
Wezîrê dervê yê Îranê Muhammad Cevad Zarif, di daxûyaniyekî de dibêje: Îran amadeye ku di navbera Şam û Enqerede navçitiyê bike.
Zarif daxûyaniyekî ji kanala televizyona RT re ragihand ku; Em bawerin ku diyaolga navbera Tirkiye û Suriye de berjewendiyên herêmê hene. Eger her du ali daxwaziyekî welê bikin em amadene rolê navçitiyê bileyzin.
Zarif daxûyaniya xwe de dibêje, tişta ku pirsa ewlehiyê de Tirkiye rihet bike cih kirina artêşa Suriye ya devera sinorê navbera Tirkiye û Suriye de ye. Nabê mirov rê bide ku hêzên din deverên sinorên navbera herdu welatan de dagir bikin. Çareserî ewe ku deverên sinor bêne azad kirin û artêşa Suriye li deverê cih bibe.
Berdewamiya daxûyaniya xwe de Zarif dibêje: Îran û Rusya amadeye ku di vê derbarê de ji Tirkiye re bibin arîkar.