Nivîsar

Artêş û Zarok

Bi rastî, Serokê mixalefeta sereke, bê guman rasîtyan wisa berewajî dike.
Li Sîlvanê, artişa me ya ku, di nava rojê de, 13 eskerên me didin kûştin heye.
Ji seba ku, fermandar di girtîgehê da ne, artêş di vê rewşê da nîne.
Ji seba ku, ew sedemên ku, fermandara girtinê girtîgehê, wek wazîfeya xwe ya aslî disanîn, lewra di artêş wisa di kêmasîyê de ye.

Ne eskerî di xema wan da ye, ne perwerdehî ne jî şer xema wan e. Ji bo wan ya herî girîng, sîyaset û darbeye.
Jixwe, krîtera bilindbûna “generalîyê” jî, nahê jêpirsîn.
Gelek sal berê, tuxgeneralek, di nav komek rojnamevanan de, bi dengê bilind ji mera wisa gotibû: “ez tu car zêdetir bilind nabim, çimkî xeynî eskerîyê ez ji tiştek din fêm nakim”

Yên ku, ji eskerîyê pirtir ji sîyasetê hesdikin bilin dibin. Tiştên ku wan generala kir, piştî cend salan, niha rojnameya me, yek bi yek derdixe holê.
Ne tenê bi sîyaset û darbeyê mijûl bûne, şîkeyê jî tevlî herbê kirine.

Hat fêm kirin ku, di êrîşa Dağlıca, Aktütünê û êrîşa qereqolê din de, haya wan ji êrîşê hebû ye, lê tu tevdîr negirtine.
Hat fêm kirn ku, ji zarokên marûzê êrîşê mane re alîkarî jî neşandine.

Di êrîşa hantepeyê de, sedama neşandina helîqopterê wisa dîyar kiribû, “Rewşa hewayê xerabû”. Rojnameya Zaman rapora hewayê dîyar kir.
Hewa baş bû.
Lê alîkarî neşandibû.
Derdê Kılıçdaroğlu jî, xelaskirina darbekar û gumanberên Ergenekonê ye. Bi vê armancê jî rastîya berewajî dike.
Perwerdehiya artêşa me baş nine.
Perwerdehîya serbazan jî baş nîne.
Zêdetirê perwerdehîya eskerî, perwerdehîya îdolojî û sîyasî didin serbazan. Ji wan re dibêjin ku, hûn xwedîyê vê welatê ne. Bi vê şiklê hêşê wan tevlî hev dikin.

Wan serbazên ciwan jî, hêşin xwe ji bo, rêvebiriya dewletê bikartînin.

Kemal Kılıçdaroğlu jî, dibêje ji berala ku fermandar di girtîgehê da ne, ev bûyer pêk tê, lê napirse çima, ewqas fermandar têkilê karê palan darbeyan bûne.
Hûrgûlîyê teknîkê yên êrîşa Sîlvanê qet merak nake.
Nabêje berpirsîyarê vê bûyerê tespît bikin.
Ji pişta van ciwana, darbekaran diparizîne, dixwaze wan xelas bike.
Serastkirina artêşê nafikire, ji bo xelaskirina darbekaran hewl dide.

Pêr li Samsûnê, eskeran 2 zarokên ku ji dewetê vedigerîyan gulebaran kir. Zarokên gundîyên li derholê bû. Li gor daxweyana fermî, gûh nedana hişyarîya “bisekinin”. Cezayê wî jî “mirin” e.
Li cîhek wek Samsûnê ku, ewqas dûrê heremê ye, esker ewqas bi panîke, werin herama Başûrêrojhilat hûn bifikirin.
Esker nikarin, kuştina 2 zaroka bidin seknandin.
Kılıçdaroğlu wê çi bibêje: “ji seba ku fermandar di girtigehê da ne” ev zarok tên kuştin?
An jî, ji seba ku esker perwerdehîyek baş nagrin.

Kişandina pîma bombayê û xistina destê esker, laşê Ceylana ku bi roketê perçe bû, artêşa ku bi sedan esker întîhar dikin, Gökhanê ku ji dewetê diçe malê ji alîyê eskeran ve tê kuştin…
Gişi van bûyeran ji seba ku “Fermandar di girtîgehê da ne” ye.

Ew der weletek acêbe. Sîyasetmedar lihev naynê, artêj şer nake.
Di encamê de çi derdikeve holê…
Zarok dimirin.
Her tim zarok dimirin.
Û serokê mixalefeta sereke jî dibêje, ji seba ku fermandar di girtîgehê da ne.
Belkî jî ne ji ber wî ye.
Belkî jî, ji ber ku, mixalfeta sereke, qasî ku ji bo darbekar û ergenakonê xwe perçe dike, carek jî, ji bo ku zarok nehên kuştin hewl bidana, wê van bûyerana neqewimîyana.

Ahmet Altan

 

(xeberkurd)

Back to top button