Serok Barzanî pêşwaziya şandekî Yekîtiya Ewrupa kir
Roja 30.01.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî Yekîtiya Ewrupa kir ku ji Jean-Christophe Belliard Cîgirê Emîndarê Giştiyê Yekîtiya Ewrupa yê Karubarê Siyasî û Ramon Blecua Balyozê Yekîtiya Ewrupa li Iraqê û Clarisse Pasztory Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewrupa li Hewlêrê pêkhatibûn.
Li hevdîtinê de rewşa siyasiya navçeyê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û her wiha proseya siyasiya Herêma Kurdistanê guftûgo kirin û Cîgirê Emîndarê Giştiyê Yekîtiya Ewrupa yê Karubarê Siyasî ji bilî balkişandina li ser rol û pêgeha Serok Barzanî ya li proseya siyasiya Iraqê, wê yekê xisterû ku keşêkî erênî li navbera Hewlêr û Bexda de hatiye holê û ji bo Yekîtiya Ewrupa aramiya Herêma Kurdistanê û baştirbûna peywendiyên wan yên li gel Bexda gelek girînge.
Di derbarê hilbijartinan û proseya siyasiya Herêma Kurdistanê de Cîgirê Emîndarê Giştiyê Yekîtiya Ewrupa yê Karubarê Siyasî ragihand ku Herêma Kurdistanê li ser rêyekî dirust hengavan diavêje û hêvî xwest ku Herêma Kurdistanê bibê mînakek ji bo cihên dinê navçeya Rojhilata Navîn. Tekez jî li wê yekê kir ku Yekîtiya Ewrupa amadeye ji bo yarmetîdan û hevkarî û şêwirîn û pêdana rawêjê bi Herêma Kurdistanê ya li warên kargêrî û çaksazî û darayîda.
Gefên terorê li ser asayîşa navçeyê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser qurbanîdana xelkê Kurdistanê li şerê terorê de wê yekê dûpatkir ku ewe Pêşmerge bû ku bi qehremanî û cangorî efsaneya Da’îşê şikand. Ragihand ku Da’îş li rûyê serbaziyê ve têkşikaye lê belê metirsiyên wê yên li Iraq û Sûriyê da her maye.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de ronahî xiste li ser rewşa Sûriye û paşaroja gelê Kurd li wî welatî û Serok Barzanî nîgeraniyên xwe yên di derbarê paşaroja Kurd û her wiha nêrîn û pêşniyarên di derbarê çawayiya çareserkirina kêşeyên gelê Kurd li Sûriye û pêşhatên nû bi şanda mîhvan ragihand.