Polîtîk

YE: Em dixwazin pêwendiyên xwe bi hêz bikin

Şandeke pilebilind ji Yekîtiya Ewropa ligel Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya û di wê hevdîtinê de ragihand ku ew amade ne piştevaniya Herêma Kurdistanê û Iraqê bikin û pêwendiyên xwe di hemû waran de ligel Kurdistanê bihêz bikin.

Îro 30.1.2019ê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Ewropa bo karûbarên siyasî Jean Christophe, Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê Ramon Blecua û Seroka Nivîsgeha Yekîtiya Ewropa li Hewlêrê Clarice Pastore û şanda pê re kir.

Di hevdîtinekê de, şanda mêvan xweşhaliya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê derbirî û destxweşî li guftûgoyên Hewlêr û Bexdayê kir. Herwiha hewlên Herêma Kurdistanê ya hewandin û parastina hejmarek mezin ji koçber û penaberên destê terorê bilind nirxand û amadehiya xwe bo piştevanya Iraq û Herêma Kurdistanê di warên cuda de û bihêztirkirina pêwendiyên dualî nîşan da.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya wê serdan û hevkariyên mirovî û leşkerî yên welatên Yekîtiya Ewropa bo Herêma Kurdistanê kir û hêviya berdewamiyê hevkariyan xwast. Herwiha tekez kir li ser daxwaza Herêma Kurdistanê ya girîngîpêdana bi pêwendiyên dualî bi welatên Yekîtiya Ewropî re di warên cuda de.

Di beşeke din a hevdîtinê de, çend babetên girêdayê bi rewşa Iraq, pêwendiyên Hewlêr – Bexda, metirsiyên serîhildana terorê û hevahengiya Hewlêr û Bexdayê bo rêgirtina li van metirsiyan û guftûgoyên aliyên siyasî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin behskirin.

Guftûgokirina rewşa navçê, Rojhilata Navîn û pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi welatên derdorê re aliyekî din a hevdîtinê bûn.

 

 

Back to top button