DAÎŞÊ rêya şerê xwe guhertiye
Pisporên dijîterorê û berpirsên îstixbaratî û ewlehiyê hişyariyê didin ku rêxistina terorê ya bi navê DAIŞ li ser komek mezin ji pere û zêr rûniştiye û barek mezin ji wê serwetê ji bo geşekirina wê rêxistinê bikar tê. Bi nêrîna wan pisporan, biryara Amerîka ya kişandina hêzê xwe ji Sûriyê dê wê armanca DAIŞê pêk bîne.
Rojnameya Washington Post di raporekê de li ser rola dezgehên îstixbaratî û Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê behsa karê wan dezgehên Herêma Kurdistanê dike, ku li çend cihên Herêma Kurdistanê kirine.
Di wan wan karên taybet yên dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê de, zanyariyên nû derbarê hesabên bankî yên DAIŞê hatine komkirin û diyar dibe ku DAIŞ çawa bi milyonên dolaran bazirganî kiriye bi rêya bankên Tirkiye, Îmarat, Iraq û Sûriyê.
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di vê raporê de hişyariyê dide ku DAIŞ riya xwe ya şer û bazirganiyê guhertiye, nexasim jî piştî biryara ji nişkê ve ya serokê Amerîka bi vekişandina hêzên welatê xwe ji Sûriyê.
Mesûr Barzanî ji wê rojnameyê re gotiye: “Berê bîrên petrolê yên DAIŞê hebûn û pere ji wan bîran derdixistin, herwiha pere ji xelkê distendin, lê niha ev yek nemaye û şerê xwe guhertine. Berê bi eşkere kar dikirin, lê niha veşartî.”
Li gorî rapora Washingtin Post, niha 400 milyon Dolarên DAIŞê hene û wan pereyan ji bihêzkirina xwe bikar tîne. Li gorî pisporan jî bi biryara Amerîka ya vekişandina ji Sûriyê, DAIŞ zêdetir nêzîkî armanca xwe dibe.
Herwiha li gorî wê rojnameyê, DAIŞ ew pereyên ku kom kiriye, ji talankirina bankan û malan bidest xistiye. Herwiha ji bazirganiyê milyonên dolaran bidest xistiye. Tenê bazirganî bi petrolê nedikirin, lê belê bazirganiya xanî, hotêl û otomobîlan dikirin.
Beşek ji wan kesên xwe bazirganî ligel DAIŞê didkin, nizanîbûn ku bazirganiyê ligel DAIŞê dikin, lê beşek ji wan zanîbûn ku bazirganiyê bi DAIŞê re dikin.
Li gorî zanyariyên îstixbaratî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê jî, ev demek e ku çekdarên DAIŞê cardin li Mûsil û nêzîkî Kerkûkê dest bi karên terorîstî û dest bi tundiyê kiriye, ku jibilî teqînan, berpirs û kesên li dijî xwe dikujin, ku ew jî metirsiyeke mezin e û nîşan dide ku DAIŞ şêwazî xwe guhertiye.