Cîhan

Pentagon li dijê biryara Trump e

Rojnameya New York Times, behsa hûrguliya vekişandina hêzên Amerikayê ji Suriye û Kurdistana Rojava dike.
New York Times dide xûyakirin ku eve demeke vekişandina hêzên Amerikayê ji suriye di nava desthilta Amerikayê de tê minaqeşekirin. Qesra Spî biryara vekişandinê da, lê wezareta Bergiriya Amerika (PENTAGON) li dijê biryarê ye û hewldidê ku Trump ji biryara xwe vegere.

Di derbara vê pirsê de New York Times dibêje:

Eve çend rojin civîn çêdibin, wezîrê bergiriya Amerikayê Jim Mattis û hinek berpirsên din yê ewlehiya netewî hewldidin ku Amerika dev ji biryara vekişandina Suriye berdin. Mattis û berpirsên din dibêjin ku, dê vê qonaxê de vekişandina Amerikayê,  bibe sedem ku bandora Rusya û Îranê li Suriye berfirehtir bibe.

Rojname dide xûyakirin ku, Pantagon dibêje nabê em xiyanetê li Kurda bikin, eger em vekişin dê Tirkiye êrîş bike û kurd dimînin tenê. Eger em vekişin wê zehmet bibe ku, di pêşerojê de li Afganistan heta bighe Somalî û Yemenê, dê zehmet bibe ku em baweriya hêzên herêmî werbigirin.
Herweha Pentagon dide xûyakirin ku, hêja DAÎŞ bi temamî ji nav neçûye.

Back to top button