Kultur

Mîn dît û nabêjim (Roman)

Silêman Çakir

Ji rewşa jîyanê dîyar bû ku Totan dilbirîne.Di tirs û gumanede di nalî mîne ava Firat û Dîcle. Dil bi xem û melûl bû. Nû hinekî Dilşah û di xwest bi kenê, lê birînê Dîrokî rê ne dida Kurdê Totane penaber.

..Şerm dikir ji kûl û derdê xwe.Gelek tişt winda kiribûn û gelek zahmetî û êş bela hatibû serî. Ziman û kûltir û çande xwe ne berda bû. Mîne goçerê Seheda tim amede bú jibon zahmetîyê jîyanê.

..Serê sibehê ez rabûm û min ku Bismillah û Haydar jî min hişyar kir.Me taştê xwar û daketim dibîstanê Ketim polê, zarok amede bûn û paqiş kirin pêk hatibû. Me zarok xistin rêzê û merasim dest pê bû. Piştî merasimê min xwe bi şagirtîye dayî nasandin. Liser civînê me zarok agahdar kirin û em derbasî polê bûn. Ji xwe pol yek bû. Em rûniştin û di warê fermî û destûre çi nivîs lazim bûn me nivîst û xistin nav dosyayê de.Gûndî û heyete mixtar tî yê tev bêşdarî civînê bûn. Me xalê civînê nivîstine û me jî brşdare re xwend. Gelek memnun û dil xweş bûn. Rapor liser pisgirêkê gûnd, tendûstrîye Gûndîye ,perwerdebune zaroke û berdewame xebatê. Çend peyam me nivîst jibon rêvebertîye û berpirsîyarê Komarê re.Min tevde dane Mixtar û roja dîtir bi rê kirin.Di her warîde gûhertin pêk hat û gava yekem ji dirûst bûnê me dest pê kir.

..Her beşdarvan fikir û remanê xwe dîyar kir.Civîn xweş derbas bû û her mirov dilxweş bû. Roj derbas bû bû û civîn xilas bû. Xalekî kevnar hebû, zane û gerîye bû. Em Dawetî xwarinê kirin..Gûndîye tevde bi dil sozî em pîroz kirin.Me dibîstan girt û em çûne mêvandarîyê. ..Piştî şîvê gelek gûndî hatin civakê. Wa pirsî û min bersiva wa dayî. Bi dilxweşî şevbihêrk derbas bû. Em jî rabûn hatin xanîyê dibîstanê. .

Dema mirov penaber bê, cîyê ku nû lê jîyan dikê, tim xwe girtîyê zîndanê di bînê. Dil ne rehet û tim bi kedere. Ew keder wisa ne kî Heroj ji temenê mirov wext distînin.Her xwe xerîb û di şik û ezîyetê de fahm dikê. Serê wî liser çi bahlîfe nizanê û bawerî yê bi tu kesî nayînê. Dema di.wextekî de pêwendîyê min firê bûn,Kurdê herêmê di Rewşeke wisa de bûn.

..Me civîne yekem pêk anî bû û gûndî xweş rehet bû bûn. Dema em roja dîtir em rabûn û çûne dibîstanê Heyder beg mîne gêja bû. Min xweş fahm dikir.Jibon ku pêşîye gelek tişte hatibû girtin.Programe perwerde bûn me dîyar kir û me xiste jîyanê. Lê di wextekî kinde xwe dayî sistatîyê û giranî berda ser pêwendîyê veşartî. Dewra yekem xilas bû û min nivîseke fermî ji rêveberîyê re bi rê kir.Demeke kurtde mamoste yek hişyan din.Peyamê me jibon komar û serok komar û wezîre re bi rê kiri bûn, bersiva wa jî hat.Dest bi çêkirine rê ye Totan kirin û xweş pêk hat.Telefon xeta wê jibon gûnd kişandin.Camî û kêmasîyê dibîstanê xilas bûn û Gûndî gelek dilxweş bûn. Rojek ji roje ez di polê de min perwerdetî pêk tanî. Berf gelek hatibû, lê tavik hebû. Hawa nerm bû, dengek hat,dema min di şibakê de meyzekir çend mirov di hatin dibîstanê, min bi xêr hatin da wa û li oda midîryetîyê runandin. Du bişîjk û du hemşire û yek bajovan û karmendê bûn. Di name û peyame de bahse tendûstrîyê gúndîye jî kiribû. Dema dihat ber bi dibîstanê de,dengê yekî jiwa dihat û digote rê hevalê xwe, di ku ji sedî sed ev mamoste Kurde.

..Wer hasil hatin û jibon wa min çayê û xwarin îkram kir û piştre me bankire gûndî ye, piçûk û mezin tevde hatin û li dibîstanê de wa dibin qontrolê de derbas kirin.Jibon kê çi derman nivîstin piştî du roja ji ware bi rê kirin..Ev gava dîrokî li heremê nû pêk hatibû û bu mîne….Di dewra yekemde min malbat ne anîbu Totanê. Li bajarê oldar Zeynelabîddîn şer pêk hatibû, rêverbertîyê ku biçe malbata xwe bîne. Ez çûm min tevde anîn û dîse ez hatim ser kàrê xwe.

..Min ku divabê ez gaveke dîtir bavê Jim. Tefekûr bûm û min şanoyek nivîst. Navê şano “””GURÎ “””bû.

..Çaxê rewş di ber çavde hate derbas kirin “”GURÎ “”Kete rojevê. Wext û şert merc û şagirtîyê me perwerde dikirin hevdû temam dikirin.Roj bi Roj xebate me li serdorê deng dida.Texrîben li wê herêmê bîst hezar Kurdê ku di sed salê bûrî û berî wî wextî jiber zilm û zorê û bi darê kotekê penaber bû bûn jîyan dikirin .Lê tirseke mezin liser wa tim hebû. Dema me gav tavêtin xeta reş em di şopandin ,lê tiştek fahm nedikir.Proje di serê me de amedebûn. Lê ji milekî çepê Heremî û ji milekî xeta reş astengî derdixistin.Me kârê xwe bi însanî dikir.Dema gav di hatin avêtin nezantî di bû pisgirêk û barê giran derdixist holê. Ser sê xale amede yî hebû. Xwendin û lîkolîn,perwerde bûn û parastin gavê Demoqratîk.

..Proje di mêjî de amede bû û bu nivîskî,ma ku şagirt wê bi xwênin û jibon gûndîye bi lîzin.Gurî mirovekî kedkâr û zane ye, ji derdê nezan û nezantî yê dev ji her tiştî di berdê û diçê gúndekî çîyayî, şikeftekê jibon xwe dibînê û liwir bi cîh dibê. Bi şev diçê malekê xwarin jibon xwe di xwazê û malbatê didê sunan ku ji ti kesîre nebêjin ku mirovekî wisa li serdorê heye. Wext tê Gurî hemû mal û malbata nas dikê û pêwendîyê wî germ dibin bi Gûndîye re. Gurî ji ne ser şûştin Gurî dibê. Piştî ne xweşîyê Gurî jibon ku Gûndî zerarê jê nebinîn naçê nav gûnd. Şano bi vî lewmî berdewame, şagirtîye rolê xwe xweş lîistin û temaşevan xweş Memnun bûn.

..Piştî lîstike Gurî gûhertin xweş çêbû di nav Gûndîye de. Li serdorê xweş deng da.Mamostê serdorê pêwendî danîn.Li dibîstanê feraseta pirtukxanekê çêbû. Xwendevane dest bi xwendine pirtuke kirin.Çûn û hatine biroqrasîyê zêde bû. Jibon komele mamosteye qomiteyek hatin zîyaretê. Gotin em piştgirîyê di xwazin û werin têkevin qomite rêveberîyê de. Civîn dest pê bûn û hinek biryar hatin sitandin.

..Lê xeta reş dest avête gelek tişte û dest bi lîstike kir.Çepê herêmê nezan û bê tecrûbe bûn. Biryarê seqet hatin sitandin û astengî dest pê bûn. ..

Pêwendî germ di bûn û ber bi fireh di bûn. Xort,xwendevan, gûndî û ji her qatmaanî xwe li dore me didane hevdû û gelek hûrmet di girtin.

..Gûndê serdorê û mamoste tim di hatin dîtne me. Rojek ji roje çend mamoste hatin mêvandarîyê. Me şev bihêrk bi hevdûre derbas kir.Mamoste Arîf mirovekî dilxwaz bû. Piştî ku çûn ez hatim malê û min radyo vekir. Deng û bahs pêşkêş kirin .Di wê demê de mamoste Îsmaîl BEŞIKÇÎ di zîndanê de bû. Radyo ku gelek sal û pere ceza danê. Min pênûs û kâxezek der xistin û min helbestek liser mamoste (Î.B.) nivîsand. Navê helbestê “””SILAV LI TE BÊŞIKÇÎ “””dema helbest xilas bû min meyzekir  wext ber bi sibehê de ye.Helbest 37 xal pêk hatibû. Min di xwest ez wê helbestê bi gihînim destê msmoste Îsmaîl Bêşikçî,lê nebû qismet, ez hêvîdarim ku rojek bi gihijê destê wî û ew jî bi xwênê.

..çend roj derbas bûn mamosteyek hate cem min ku wê mamosta tevde rojek dev ji kârê xwe berdin.Ku em di xwazin hûn jî werin bajêr. Min ku tiştekî şaşe, lê dema wek komel biryar hatîye sitandin ne pisgirêke. Roja dî ez zû rabûm û min xwe amede kir.Berf gelek hatibû. Texrîben nîv metre bilind bûbû. Ez derketim ser rê û texrîben sê km ez meşîm. Ji qufilandinê ez xilas bûm. Wesayît ji gûndê cîran hat û ez siwar bûm û çûme bajêr. Ez çûme komelê. Texrîben ji 300 mamosteye 50 hatibûn. Min jî xwere got ev tiştekî hîlebaztîye. Nêzîkî nîvro em derketin kolanê, çend slogan hatin avêtin û em belav bûn. Min xwe amede kir û zarokê min du dîye li bajêr di xwend ,min wa jî dît û min jî dibîstanê destur xwest û min wa hinekî gerand. Piştre em tevde çûne dibîstane wa û min xatir biwa xwest û ez derketim gûnd. Berf helîye bû, rê xweş bû, wesayîtê ez gihandime gûnd û vegerîye. .

..Dengê me li serdorê belav bû. Lê xeta reş her tim li dor me di çû û di hat.Rojek ji roje dîse civîne komelê hebû. Me xwe amede kir û em bêşdarî civînê bûn. Dîwan hate hilbijartin û xal dîyar bûn. Yek jî roja ku me dev ji kâr berda bû û cezê ku wê bidin me.Mifetişe serî li îfade medan. Min ku emê ceze bistînin û wê meaşê xelkê zêde bibê. Mifetişe ku raste. Xale duyem jî pîrozbahîye heştê  (8)Adarê a jinê cîhanê bû. Min dest hilda û fikrek pêşnîyar kir,min ku werim em cejna Newrozê û heştê Adarê bi hevre pîroz bikin.Wextekî bâlkêş û demeke acayip bû. Jibon ku hinek xizmetê bikim ji Kurdê penaber re ,min dibîstane zarokê xwe salekê dayî paşve.Malbat bu du parçe.Dema bêhn berdanê û dibîstan di hatin girtin ,xelk û alem di çûn kêf û seyranê ez di serdora dibîstanê de jibon rast kirin û sera rast bibê ez di xebitîm. Du sale min nû rast kir û dar çandin.

..Dema min wisa got ,wey bavo. ..Qîyamet rabû, çepe ku xêre ev pêşnîyareke terorrîye, tu çawa wisa di bêjê. ..Bradera û şexsê Kurd helwest danîn û me civîn terk kir..Em xûrt û bi hêz bûn, ji wê rojê û pêde komel bu termê mirî. Wext teng bû, me bi hevdû re civînek pêk anî û em belav bûn. Ez bawerim xeta reş di derheqê me de rapor sitand ji dest ne bi qirêj…Min xatir xwest û ez derketime gûnd.

Wext û sal çiqas derbas di bûn. Bar giran dibû. Xeta reş roj bi Roj gavê bi qirêj tavêtin.Heroj însan qetil dibun û rewş xera dibû. Min çiqas xeta parastinê bi esasî digirt jî, dîse pisgirêk derdiketin.

..Komel li herêmê dest bi civîne û qongre kir.Me biryar girt ku em bêşdarî qongre bajarê mezin bibin.Beşdar bûn pêk hat.Civîn dest pê bû û beşdarvan gelek bûn. Lê gelekî bi şik û guman bû. Dîwan hate hilbijartin û axifvane dest bi mijûl bûne xwe kirin.Dore min hat û ez derketim himberî beşdarvane. Min silav û rêz pêşkêş kir û dest bi axiftine xwe kir..

..Min ku Gelî beşdarvan û rêzdare. Di derheqê mede gelek gotinê çewt wek propaganda têne gotin û liser medya belav dibin.Hinek dibêjin hovin,hinek dibêjin di şikeftade jîyan dikin.Hinek me çîyayî didine nasandin, lê em berî her tiştî Gel, welat û xwedî ziman, çand û Dîrokeke kevnar in. Dilê me ji hiz kirine mirovatî yê re her tim vekirîye hiz dar mirove. Em xwedîyê vê axe pîroz in, em ne zalim, zordar û qatîl in. Édî bese mafê me wek ên her Gel rewaye. Min Silavê xwe pêşkêş kirin û ez hatim rûniştim. Beşdarvan tevde li çepike xistin , lê çend mirove ku hûn Terorrîstin. Dema wisa gotin salon tevlî hevdû bû û bradera civîn terk kirin û ez jî derketim û em hatin mala xwe.

..Dibêjin Kew qence ku bi refê xwere bê. Dema mirov xerîb bê, jîyan bi dert û eleme.Geya liser kokâ xwe şîn tê. Mirov bere xûlamê Gel û welatê xwe bê, bere ne begê xelkê bê.

 

 

 

Back to top button