Dengê ENKSê awayê pêwîst nagihê xelkê
Heyetek ya Encumena Niştimaniya Kurd li Suriye (ENKS) ji bo hevdîtina serdana Rusya û Genev dike. Heyeta ENKSê li Rusya li gel berpirsên Rusyayê di derbarê rewşa Suriye û tevgera kurd de havdîtina dike. Herweha ji bo heman sedem û hinek civînan jî serdana Genev dike.
Di rastiya xwe de ENKS di ware diplomasiyê de û pêwendiyên derve re dike gelek çalak e û hevdîtinên gelek bi berhem pêktîne. ENKS bi van pêwendiyan welê kir ku dewletên bi pirsa Suriyeve girêdayî mecbûr bibin ku ENKSê wek muxabek girîng bibînin.
Ji aliyek din ve ENKS gelek cara li himber hemû astengên PYD û çekdarên PYDê li Kurdistana Rojava çalakiyan dikin û xwepêşandana pêktînin hem daxwaziyên xwe dighînin Raya Giştî û hem jî zilm û zordariya PYDê şermezar dikin. Tê zanin ku Li Kurdistana Rojava gelek girtîyên partyên siyasî yên di nava ENKSê de, di zindanên PYDê de hene.
Mixabin pirsgirêkek gelek mezin heye ku ENKS di ware medyayê de gelekî zeyîfe û çalakiyên ku dike bi awayek pêwist nikare bighîne xelkê û cîhanê. Di vê derbarê de medya Başûr bi awayê pêwîst cih nade çalakiyên ENKSê. Heta behsa nûçeyekî ya çalakiyên ENKSê dike, behsa 10 nûçeyên PYDê û HSDê dike ku, ev yek jî wek hewldanek a fetisandina çalakiyên ENKSê ye.
Pêwiste di vê derbarê de berpirên ENKSê giringiyek taybet bidin madyayê û di vê derbarê de jî bikaribin medya Başûr rexne bikin û bala wan bikşînin.
Ev ne gazindek e tenê rastiyeke ku heye û ev rastî zererê dide tevgera ji derveyê PYDê li Rojavayê Kurdistanê.
Dewsa nûçeyek basit ya HSDê li derveyî herêmên Kurdistanê dide, bila her çalakiyek ya ENKSê bi hurgûlî bişopînin.
Bê guman di vê derbarê de gelek tişt hene ku bêne gotin û gotubêj kirin, lê dive ji berî herkesekî berpirsên ENKSê vê yekê çareser bikin û li xwe û çalakiyên xwe xwedî derkevin û dengê xwe bi rêyek rasteqîn bighînin Raya Giştî ya Kurdistanê û cîhanê.
Nûçe/analîz
N.Firat