Polîtîk
Nivşê Nû bi tundî êrişî YNKê û Lahur dike
Tevgera Nivşa Nû dîsa bi tundî êrîşê YNKê û berpirsê îstixbarata YNKê Lahur Cengî kir.
Ev demeke ku serokê tevgera Nivşa Nû Şasiwar Ebdilwahîd bi tundî êrîşê YNKê dike. Van rojên dawî kanala televizyona NRT ku girêdayê Nivşa Nû ye li dijê YNKê bernama çêdike û taybetî behsa Lahur Cengî ku endezyarê xiyaneta 16ê Oktoberê ye dike.
NRT raporekî de behsa rewşa xirab ya Kerkûkê dike û dide xûyakirin ku, berpirsên xiyaneta 16ê Oktoberê ji % 50 xaka Kurdistanê radest kirin û bûn sedema şehîd kirina bi sedan pêşmergeyan.
Herweha di rapora televizyonêde dibêje ku, Lahur û YNK li Bexdayê şerê destxistina wezaret û kursiyan dikin ew ne di xema Kerkûkê de ne. Ew dixwazin berhemên 16ê Oktoberê biçînin.