Şandek bilind a Swêd serdana Parlementoya Kurdistanê kir
Frakisyona PDKê pêşwaizyê li şandeka bilind a wezereta derve ya Swêd kir
Şandeka bilind a wezereta derve ya Swêd serdana parlementoya Kurdistanê kir û ji aliyê serokê parlementoyê yê demkî serok û endamên fraksiyona PDKê ve hate pêşwazî kirin.
Şanda wezareta derve ya Swêdê bi serokatiya cîgira berpirsa karubarên Rojhelata Navîn û bakurê Efrîqa li wezareta derve, berpirsa têkeliyên siyasî û aliyên Iraqî li Balyozxaneya Swêd li Iraqê û hêjmareke ji berpirsên wezereta Dervê pêkhatibû. Ev şanda bilind ji aliyê serokê demkî yê Parlementoya Kurdistanê Rêwing Hirorî û berpirsên fraksiyona PDKê ve hatin pêşwazî kirin.
Di civînê de prosesa siyasî li Kurdistanê, hilbijartina desteya serokatiya Parlementoya Kurdistanê, pêkanina kabîneya nû ya hukumeta Kurdistanê hate gotubêj kirin.Herweha li ser projeyên nû yên gruba PDKê hate axavtin.
Di civînê de behsa serdana serok Barzanî hate kirin. Şanda swêdî ev serdana serok gavek berûpêş û erênî nirxand.