Li Tirkiyeyê û li Bakûrê Kurdistanê xebatên hilbijartina herêmî …

Li Tirkiyeyê û li Bakûrê Kurdistanê xebatên hilbijartina herêmî …

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Li Tirkiyeyê di Adara 2019an de hilbijartina herêmî dê bên li darxistin. Ev hilbijartina wek hilbijartinên din jî kurdan jî eleqeder dike. Li Tirkiyeyê ji bona hilbijartina herêmî demeke ku xebat û niqaşe tên kirin. Loma jî divê em projeksîyonekê bidin ser vê mijarê.

Ez di destpêkê dixwazim tespît bikim ku ev hilbijartinên herêmî dê ji bona Tirkiyeyê û Tirkan di çarçove qerektereke nû de dom bike.

LI TIRKIYEYÊ JI BONA HILBIJARTINA HERÊMÎ XEBATEK XURT, HEVRİKIYEKE BÊ PÎVAN DOM DIKE…

Li Tirkiyeyê her partiyek ji aliyekî de bi serê xwe, ji aliyekî de jî bi rêya tifaqê xebatên hilbijartinê dimeşînin.

Hîç şik tune ye ku ev hilbijartina herêmî qerekterek cûda û berdewamiya hilbijartina serokkomar û hilbijartina giştî tê bi nav kirin.

Lewra AK Partî û MHP, ji bona ku sîstema serokkomarî bê parastin û bê xurt kirin; CHP, Partiya Baş, HDP, Partiya Saadetê ji bona ku sîstema serokkomarî bixin niqaşeyê û sîstema parlamenterî ya otorîter vegerînin, dixwazin ku hilbijartina herêmî bi kar bînin.

Hîç şik tune ye ku ji bona tirkan hilbijartin, ji bona ku sîstem û dewleta kolonyalîst bê rêvebirin, li Kurdistanê sîstema kolonî û dagirkerî bê parastin, xwediyê wateyekê û armanceyekê ye.

Loma jî her partiyeke tirkan her demê beşdarî hilbijartina dibin. Piştî hilbijartinên giştî an dibin hikûmet û desthilatdar û rêvebirên dewletê û sîstemê; an jî dibin mixalefet. Di hilbijarinên herêmî de jî serokatiya bajaran û bajerokan qezenç dikin.

Li Tirkiyeyê, di navbeyna hilbijartinên giştî û herêmî de ferqek mezin heye. Serokkomar ku partiya wî jî di parlamentoyê de xûrt e, dibe desthilatdar û hikûmet û rêvebirên dewletê. Lê di hilbijartinên herêmî de desthilatdarî di destê gelek partiyên tirkan de parve dibin.

Li Tirkiyeyê loma hilbijartin ji bona partiyên tirkan û tirkan, mijareke stratejîk e.

Li Tirkiyeyê demeke ku di hilbijartinên giştî de tîfaq resmî ne û metod û modela wê hatin ceribandin. Lê di hilbijartina herêmî de tifaq ne fermî ye û modela wê jî ne diyar e. Loma partiyên siyasî gor şertan û gor wîzyon û nerînên xwe dê tifaqan ava bikin.

TIFAQA AK PARTÎ Û MHP’Ê: Wek tê zanîn ji bona ku di makezagonê de sîstema rêvebirina dewletê bê guhertin bi referandûmê guhertin çê bû. AK Partiyê û MHPê tifaq ava kirin. Ev tifaqa wan serkeftî bû. Makezagon hat guhertin. sîstema hikûmeta serokkomarî hat qebûl kirin.

Di hilbijartina giştî û serokkomar de bi guhertina qanûnê vê tifaqê awayekî resmî domand û serkeftî bû.

Dema ku di derbarê Hilbijartina Herêmî de niqaşeyan dest pê kir, dîsa hat payîn û pêşniyar kirin ku ev tifaqa dom bike. Di destpêkê de jî daxuyaniyên her du partiyan ev tifaqa îşaret dikir. Lewra MHPê di destpêkê de diyar kir ku dê li Stenbolê namzet ji bona serok şaredariyê nîşan nede.

Lê piştî demekê di destpêkê de MHPê diyar kir, ku dê xweser beşdarî hilbijartina herêmî bibin. AK Partiyê jî diyar kir ku dê xweser bikevin hilbijartinê,

Lê ev niqaşa ya tifaqê neqediya. Rojekê hat diyar kirin ku serokê giştî yên her du partiyan dê ji bona hilbijartina herêmî hevdîtin bikin. Hevûdîtin hat kirin. Encama hevdîtinê her du partiya diyar kirin, ku dê di hilbijartina herêmî de tifaq çê bikin. MHPê diyar kir ku dê li Stenbolê, li Enqereyê, li Îzmîrê namzetên serokşeradarî diyar nekin.

Gelek aşkere ye ku her du partî dê nûha şûnde namzetên xwe gor tifaqê diyar û parve bikin.

Tifaqa her du partiyan hîç şik tune ye, ku reng û encama hilbijartinê guhertin.

Her du partî ji bona du sedemên stratejîk, tifaq çê dikin.

Sedema yekemîn: AK Partî û MHPê dibêjin ku “Tirkiyeyê di bin êrişeke derve û emperyal de ye. Hêzên empertyal dixwazin Tirkiyeyê parçe bikin, ji bona pêşiya vê xeteriyê bê girtin, desthilatdariyeke xurt pêwîst e. Loma jî divê sîstema serokkomarî, hilbijartinên herêmî jî qezenç bike.”

Sedema duyemîn: AK Partî û MHPê dibêjin, ku “CHP û mixelefeta din bi piştgiriya rêxistinên terorîst, rêxistina Fetullah û PKKê sîstema serokkomarî dixwazin ji holê rakin. Divê ji bona ku pêşiya vê bê girtin jî, hilbijartina herêmî jî divê qezenç bikin.”

Ji bona vê her du partî di nav hewildeneke gelek xurt de ne.

TIFAQA CHP, PARTIYA BAŞ, PARTIYA SAADETÊ VEKIRÎ YE, BI HDPê RE VEŞARTÎ YE: CHP, partiyên din yên mixalîf Partiya Baş û Partiya Saadetê ji bona ku zora AK Partiyê bibin, dixwazin tifaq ava bikin. Lê hîn ji bona vê tifaqê di nav danûstandinan de ne. Hîn encam negirtine.

CHPê ji aliyê din jî dixwaze bi PKK/HDPê tifaq li dar bixe. Lê naxwaze, ku vê tifaqê aşkere û vekirî ava bike. Loma jî rêya veşartî bi kar tîne.

Ji bonatifaqa veşartî bi PKK/HPê re jî du sedem hene. Sedema yekemîn, Partiya Baş li tifaqa PKK/HDP germ mêze nake. Sedema duyemîn: PKK/HDP ji bona ku ji aliyê gel de terorîst tê nas kirin, vekirî nikare bi PKK/HDPê re tifaq çêke.

Xebata mixalefetê li hemberî tifaqe AK Partî û MHPê di vê qonaxê de qels xuya dike. Lê dîsa jî hevriyeke xûrt û bêpîvan dom dike.

Partiyên sîstem û dewleta kolonyalîst, ji bona ku pirsgirêkên mezin yên li Tirkiyeyê hene û di serî de jî pirsa Kurd û Kurdistanê çareser bikin, projeyekê pêşkêş nakin

LI KURDISTANÊ DI DERBARÊ XEBATA HILBIJARTINA HERÊMÎ DE XEBATEKE GELEK LAWEZ, WÎZYONEKE GELEK FEQÎR, BÊÇARETÎ DOM DIKE…

Gelşek aşkere ye, ku hilbijartin ji bona kurdan, kurdperweran, partî û rêxistinên Kurdistanê, taktîk e. Kurd divê ji bona ku propagandaya tevgera milî, pêşxistina şiûra milî, xûrtkirina tevgera milî û rêxistinên Kurdistanê, ji bona Dewleta Federal, Konfederal, Serbixwe ya Kurdistanê şert pêk bên, platforma hilbijartinê bi kar bînin.

Divê kurd û rêxistinên Kurdistanê, her dem platforma hilbijartinê bi kar bînin. Lê nayê wê wateyê ku partiyên Kurdistanê û kurdperwer dê daîmî beşdarî hilbijartina bibin.

Divê kurd û kurdperwer, rêxistin û partiyên Kurdistanê dema şert amade binbin, wê demê beşdarî hilbijartinan bibin. Lê divê bîra nekin ku li Tirkiyeyê hilbijartin ji bona wan taktîk e. Divê kurd û rêxistinên kurdan û Kurdistanê di hilbijartinan de ji armance stratejîk jî dûr nekevin.

Hezar mixabin PKK (partiyê wê yên leqal û nûha HDP), girêdayî mîsyona xwe ya dîrokî û xerab, kurd, rêxistin û partiyên kurdan û Kurdistanê di hilbijartinan de ji armanca stratejîk û ji qerekteran hilbijartinê ya taktîkî dûr xist. Di her hilbijartinê de ew bi rêya parlamenterî û şerokşeradarî kesan, partî û rêxistinan bertîl dike.

Piraniya partî û rêxistinên Kurdistanê û xwendevanên kurd jî, her dem li benda wan sekinîn ku ew tiştekî bidin wan. PKKê jî dema ew kirin parlamenter û serokşaredarî jî, ew teslîm girtin, ew bêşaxsiyet kirin, ew ji armanca milî dûr xistin; armanca kesayetî û berjewendiya şexsî ji bona wan kir armanca yekemîn.

Di hilbijartina giştî de partî û rêxistinên Kurdistanê serbixwe û ji bona alternatıfeke milî û demokrat dest bi xebateke xweser kirin. Xebata wan dema ku hat merhelayeke girîng û bigihîjin encamê, ji derveyî HAK-PARê partiyên din biryar dan kû bi PKK/HDPê danûstandin bikin. Wan got ku ew dê bi PKK/HDPê re tifaq li dar xin. Lê şert û nebûna hêza partiyên Kurdistanê û helwesta PKK/HDPê ya daîmî, di derbarê partiyên Kurdistanê de diyar dikir ku li holê “tifaq” ne, “îltîxak” heye.

Lê di encama danûstandinan de partî û rêxistinên Kurdistanê bi serneketin û bêsiyaset li meydanê man.

Wek tê zanîn ku 4 teref (PAK, PSK, Platforma Kurdên Demokrat, Tevgera Azadî) bi hev re hevkariyek dimeşandin. Di hilbijartina giştî de T-KDP jî bi wan re ket nav helwesteke hevbeş.

Her kes kurdek û kurdperwerek li benda bû ku ev pênç teref bi hev re di hilbijartina herêmî de helwesteke hevbeş nîşan bididn. Lê derket holê ku rewş ne wusa ye. Ew teref xwediyê helwestên cihê ne.

PAK û PSKê bi hev re xebetek hevbeş ji bona hilbijartinê dimeşînin. Biryara xwe diyar kirin, ku dê bi namzetên serbixwe li çend bajarên Kurdistanê beşdarî hilbijartina herêmî bibin. Lewra wek partî xwediyê derfet nîn in, ku beşdarî hilbijartina herêmî bibin.

Ev helwesteke pozîtîf û erênî ye. Li berjewendiya Tevgera Bakûrê Kurdistanê û neteweya kurd e.

HAK-PAR, di hilbijartina giştî de ji derveyî partiyên Kurdistanê, helwesteke serbixwe nîşan da û ji bona ku ew partiyeke kurd nedidît bi PKK/HDPê re nexwest ku ji bona hilbijartinê danûstandin bike. Bi namzetên serbixwe beşdarî hilbijartinê bû. Di hilbijartinê herêmî de jî diyar dike ku ew dê piştgiriya namzetên serbixwe bike. Dikarin li ser navên xwe jî namzet nîşan bidin.

Ji derveyî van sê partiyan helwesta Platforma Kurdên Demokrat, ku Sertaç Bûcak jê re serokatiyê dike, ne diyar e.

T-KDPê ji derbveyî berjewendiya milî û neteweya kurd bi PKK/HDPê re ji bona hilbijartina herêmî dinav danûstandinekê de ye. Gor diyarkirina serokê giştî yê partiyê, dê ji PKK/HDPê serokşaredariya bajerokekê bigrin.

Partiyên Kurdistanê hezar mixabin xwediyê hêzêkê nîn in, ku li ser hilbijartinê herêmî giraniyek û bandorek daynin. Beriya sala 80yî partiyên Kurdistanê xwediyê hêzeke mezin bûn, serokşeradarî û parlamenterî qezenç dikirin. Lê di vê qonaxê de ev derfeta wan tune ye.

Loma jî partiyên Kurdistanê di xebata hilbijartinê de gelek lawez-qels, bêçare, bêwîzyon in.

Hezar mixabin partiyên sîstem û dewleta kolonyalîst (AK Partî, MHP, CHP, PKK/HDP) xwediyê hêzekê ne, loma jî li ser hilbijartinan, nûha jî li ser hilbijartina herêmî dê bibin xwediyê giraniyekê.

BI TAYBETÎ ÇEND PEYV Û PIRS LI SER PÊWENDIYÊN PKK/HDP Û T-KDPÊ…

Serokê Giştî yê PDK-T Mehmed Emîn Kardaş dibêje: “Me 3 civîn çêkirin. Civînek jî tenê di nevbera HDP û PDK-T de çêbû. Di civîna herî dawî de jî me hinek daxwazên xwe ji wan re gotin. Heta niha tiştê ku me ji wan fam kirî ye tifaqa HDP û PDK-T %90 erênî derbas bû ye. Gerentiyê jî didin ku êdî divê ev tifaq çêbê.” (Kurdistan24)


  • 1-PKK/HDP dibêje ku “ez partiyan kurdan nînim.” Dema ji PDK-Tê bê pirsîn dê bibêje ku “em tifaqa kurd ava dikin.” Gelo ev çiqas rast e?


  • 2-PKK/HDP li Tirkiyeyê xwediyê %11 deng e. Li Kurdistanê xwediyê %35 deng e. T-KDP, xwediyê nav e, tabela wê heye, lê laşê wê tune ye. Bi gel ve xwediyê pêwendiyek nîne. Loma jî kîtleyeke wê tune ye. Ew xwediyê sed-dused dengî ye. T-KDPê, li HDPê tiştekî jî zêde nake. Gelo ev dibe tîfaq?


  • 3-Pêwendiya PKK/HDPê û T-KDPê, pêweniyeke Tirkiyevî ye. T-KDP dibêje “ez partiya Kurdistanê me û Kurdistanî me.” Gelo T-KDPê kîngê bû Tirkiyevî?


  • 4-Bizava Partiya Kurdistanê di peyömana xwe de di derbarê PKK/HDPê de xwediyê nerîneke zelal e ku dibêja “ev partiya kurdan nîn e, bi destê dewletê hatiye ava kirin.” M. Emîn Kardaş jî ev peymana îmza kiriye. Gelo M. Emîn Kardaş di peymana Bizava Partiya Kurdistanê de di derbarê PKK/HDPê de hatine nivîsandin, înkar dike.


  • 5-M. Emîn Kardaş berpirsiyarekî KUKê bû. PKKê li hemberî KUKê şer îlan kir. Qasî ez agahdar im, min xwendiyê, kêmtir in 50 hevalên wî hatin kûştin. Wî ji li hemberî PKKê mecbûr bûu ku çek bi kar bîne. Nerîna KUKê di derbarê PKKê de gelek aşkere û diyar e. KUKê jî digot ku “PKKê rêxistina dewletê ye.” Gelo M. Emîn Kardaş, ji paşeroja xwe û dîroka xwe ya siyasî û ji nerînan KUKê dev berdaye?


  • 6-Gelo dema ku PKK/HDPê ji bona bajerokekê namzetekî û çend endamên meclîsê bide T-KDP, ev dibe tifaq?


  • 7- Di hilbijartina gişt de navê gelek partiyan derbas dibe (navên wan nayên zanîn jî) ku deng dane û mebûs ji PKK/HDPê girtine. Gelo tifaq e?


  • 8-Dema ku PKK/BDPê Şerafeddîn Elçî di demeke krîtîk de, ku ji bona partiyeke hevbeş ya milî û demokrat hewildan û xebat hebû, kir namzetê mebûsî; gelo nerînên M. Emîn Kardaş di derbarê wî de aniye ser zimên, tê bîra wî?


  • 9-T-KDP, dê bi vê keslanî û tembelî û duvajoyî û teslîmîyetê dê çewa bibe partî?

Amed, 30. 11. 2018

Nerîna min :