YNK bi riya Berhem Salih li dijî PKK bi dizî rêkeftinek ligel Tirkiyê îmze kiriye

Girtina bingehên PKK û yên nêzîkî wê, ji aliyê asayîşa YNK ve li parêzgeha Silêmanî ya ku ji aliyê YNK ve tê îdarekirin, eşkere bû ku ew êrîşî di encama rêkeftina dizî de, di navbera YNKê û Tirkiyê de, ji aliyê Bafil Talabanî ve bi rêya Berhem Salih ve çêbûye.

Li gor nûçeyeke rojnameya BasNews, wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavuşoglu di serdana xwe ya 11.10.2018ê ya Bexdayê de civînek veşartî li gel Berhem Salih pêkanî û di wê civînê de kurê Celal Talabanî Bafil Talabanî û Lahor Cengî jî amade bûne û di encamê de rêkeftinek veşartî di navbera her du aliyan pêkhat û armanca wê rêkeftinê qedexekirina PKKê bû ye yên li navçeyên di bin desthilatiya YNKê de.

Li gor wê rêkeftinê 35 bingehên grubên ser bi PKKê ve yên li sînorê Silêmaniyê û Germiyan wê bêne girtin.

 

Avestakurd

Nerîna min :