Cîhan

Tirkiyê daxwaz kiriye ku em nûnertiya Herêma Kurdistanê vekin

Demekî behsa vekirina nûnertiya hukumeta Kurdistanê li Tirkiye dihat kirin. Lê nûnertiya hukumetê venebû. Nûnertiya du partiyan ya PDKê û YNKê li Enqere hebû. Dema referandumê hatin girtin. Bê guman vekirina nûnertiya hukumeta Kurdistanê ji vekirina nûnertiya partiyan cudaye û tê wateyek din.

Di derbarê vekirina nûnertiya hukumeta Kurdistanê de , berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî da xûyakirin , ku Tirkiyê berî du salan bi xwe daxwaz kiriye ku nûnertiya Herêma Kurdistanê li Enqerê bê vekirin.

Dizeyî got ku, dema Tirkiye ev daxwaz kir hukumeta Kurdistanê biryar da di demek guncaw de heta peywendî ligel Tirkiyê baştir bibin nûnertî were vekirin û amaje bi wê yekê kir, ku heta niha biryara Encûmena Wezîran nehatiye guhertin.

Di vê derbarê de Dizeyî dibêje: Berî du salan hikûmeta Tirkiyê bi xwe daxwaz kir ku nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Enqerê were vekirin, wê demê ji ber qeyrana darayî û rewşa siyasî, serokwezîrê Kurdistanê baştirdît ku, ev pêvajo were paşxistin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma dide xûyakirn ku ji aliyê siyasî ve herwiha ji aliyê gelek warên din ve giringiya hebûna nûnertiyê heye û got: “Lewma weke pêwîst hat dîtin ku di rewşeke asayî de be, him ji aliyê avahiyê û him jî pêwîstiyên din werin kirin, bi hêz û bi şiyan bikarin li wir dest bi kar bikin.

Back to top button