Civak

Serokwezîr pêşwaziya bazirganiyên Bakur kir

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 26.11.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li şandeyeke balaya Jorên Bazirganiyên Diyarbekir, Mardîn, Urfa, Wan, Batman, Şernex û Cizîrê kir .

Di civînekê de ku Konsulê giştiyê Tirkiyeyê yê Hewlêrê amade bû, şandeya mêvan kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û sipasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku ji bona xurtkirina têkeliyên bazirganî û aborî digel Turkiyeyê rê xweş dike û ji bona zêdetir berfirehkirina têkeliyên bazirganî berheviya xwe nîşan da.

Di civînê de hat behis kirin ku piştî bidawîhatian şerê dijî DAÎŞê û kirîza aborî, careke din bazirganî digel Herêma Kurdistanê zêdetir geş dibe û pêşniyar hat kirin ku senterekî daîmî yê bazirganî li Herêma Kurdistanê vekin.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya xelk û hikûmeta Tirkiyeyê kir ku di rewş û demên dijwar de piştevaniya Herêma Kurdistanê kiriye. Serokwezîr piştevaniya xwe ji bo berfirehkirina bazirganiya navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê nîşan da û hêvî xwest ku  di hemû waran de têkelîyên bi Tirkiyeyê re ber bi pêş biçin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button