Vîdeo

Çaksazî di nava Pêşmerge de tê li darxistin

Bi amadebûna wezîrê Pêşmerge bi wekalet Kerîm Şingalî û nûnerên Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê, Konfirasê Çaksaziya Wezareta Pêşmerge li Hewlêrê destpê kir.

Kerîm Şingalî di konferansê de axavtinek kir û da xûyakirin ku, di wezereta pêşmerge de karê çaksaziyê, yekem car di dîdareke Serok Barzanî û Wezîrê Bergiriya Birîtanya de hat behskirin, piştre ew yek bû pêşinyar û pilan ji bo reforma giştî ji Wezareta Pêşmerge re hatin danîn û Amerîka û Almanya jî amadebûna xwe ji bo piştevanîkirina wê piroseyê dan xuyakirin.

Şingalî diyar kir, ku komîteyek ji bo wê mebestê hat pêkanîn û navê wê kirin Borda Çaksaziyê û heya niha wê komîteyê 35 kombûn lidar xistiye, di gava yekem de, komîteyê pirojeyek ji 35 xalan ji bo çaksaziyê amade kir û Wezareta Pêşmerge razîbûna xwe li ser wî pirojeyî da.

Kerîm Şingalî zelal kir, ku yek ji pêngavên Wezareta Pêşmerge ji bo çaksaziyê, damezirandina Rêveberiya Çaksaziyê ye û niha hejmarek efser ji bo wê Rêveberiyê hatine veguhestin û beşdariyê di korsên taybet ên çaksaziyê de dikin.

Eşkere jî kir, ku ji koma 35 xalan ji pirojeyê çaksaziyê, 5 xal hatine bicîkirin û di dema pêş de wê kar li ser bicîkirina 8 xalên din bê kirin û pirose berdewam dibe heya bidawî bê.

Her di wî konfiransî de, şêwirmendê serbazî yê Birîtanî kolonel Will Daves, di gotina xwe de diyar kir, ku pêwîst e her hêz û artêşek bi awayekî berdewam çaksaziyan bikin, daku ew artêş karibe bihêz bimîne. Pêwîstiya piroseya reformê bi hevkariya aliyên siyasî û Hikûmetê jî heye.

https://www.facebook.com/kurdistan24.official/videos/204767540401093/

https://www.facebook.com/kurdistan24.official/videos/349980195549243/

Back to top button