Civak

Generalek girîng hate girtin

Di çerçova doza Ergenekonê de girtina general û efserên bilin berdewam e. Li gora belgeyên li Eskîşehî rê hatîn dîtin rojane tiştên nû derdikevin holê û navên nû tên dadgehkirin.

Di vê çerçovê de 5 leşker hatin girtin. Yek ji wan Tumgeneral Bertan Nogaylaroglu ye û di demekî di nav Natoyê de kar kiriye. Vî generalî rojane jiyana serokwezîrê Tirkiye Erdogan şûpandiye û heta ji bo şûpandina jiyana wîya taybet jî ferman daye.

Tumgeneral Bertan Nogaylaroglu di dema xwe de li washington  tevlî hinek civînên gelek nehînî ji bo ruxandina Ak partiyê bûye û ev yek ji aliyê medyayê ve hate eşkerekirin. Di wê demê ew do balyozxana Tirkî ya li Amerîkayê berpirsê leşkerî bû.

Girtina Nogaylaroglu, dikare bibe sedemêprosesek nû.di doza Balyozê de

Balkêş e ?
Close
Back to top button