Jeffrey: YNK gelek ketiye di bin bandora Îranê de
Di konferansek rojnemevanî de nûnerê taybetê serokê Amerîkayê yê karûbarê Sûriyê James Jeffrey, da xûyakirin ku, YNK gelek bi zêdahî ketiye di bin kontrola Îranê de.Di konferansa rojnemevanî de pirsek ji James Jeffrey hat pirsîn ku, hun pêwendiyên PDK û YNKê di dema Celal Talabanî û niha çewe dibînin.Jeffrey di bersiva xwe de got: YNK niha wek çend parçeyan ji hev çûye û çend seriye. YNK gelek zêde di bin bandora Îranê de ye. Ewqas bin bandora Îranê de ye ku min di temenê xwe yê karê siyasî de hegemonyayekî waha nedîtiye.Berdewamiya bersiva xwe de Jeffrey got: Ev hevkariya ku naha di navbera Îran û YNKê de heye, ji dema şerê navxwe ya salên 1990ê zêdetir e û wê demê herçend her du partî di şer de jî bûn, lê derfetên hevpeymanî kirinê hebûn.Tê gotin ku ihtimalek heye ku, James Jeffrey cihê Brett McGurk de bibe nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê li hevpeymaniya navnetewî ya dijî DAIŞê jî.