Serok û Ellawî pêkanîna hukumeta Iraqê gotubêj kirin

Roja 01.09.2018 li Selaheddîn Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Îtîlafa Elweteniye ya Iraqê bi serokayetiya Dr. Eyad Elawî kir.Li civînê de ronahî xistin li ser ezmûnên derbasbûyî ya proseya siyasiya Iraqê li piştî qonaxa 2003 û wan babetan xistin ber behs û guftûgoyê ku bûne sedema wê yekê Iraq tûşî qeyrana kûr ya siyasî û emnî û aborî bibê û şanda mîhvan jî nîgeraniyên xwe li ser tehdit û aloziyên niha ya li nav proseya siyasiya Iraqê bi Serok Barzanî gihand.


