Serokwezîr bi şandeyeke balaya Rûsyayê re dicive
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Kurdistanê, roja pêncşemê 30.08.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Pavel Sorukîn Cîgirê wezîrê derve yê Rûsyayê, Vladislav Barîşnîkov Cîgirê serokê kompaniya Gazprom Neft û Konsulê giştiyê Rûsyayê yê Herêma Kurdistanê kir.Şandeya mêvan hevkarî, hevahengî û têkeliyên dîrokî yên navbera Herêma Kurdistan û Rûsyayê û pêşkeşkirina hêsankarî û hevkariyan ji bo kar, çalakî û pirojeyên kompaniyên rûsyayî ji aliyê hikûmeta Herêma Kuridstanê ve, bilind nirxandin û hêvî xwest ew hevkarî û têkelî berdewam bin û zêdetir xurt û berfirehtir bibin.Nêçîrvan Barzanî ji şandeya mêvan re got ku bi armanca baştirkirina kar û pirojeyên kompaniyên rûsyayî li Herêma Kurdistanê û bi taybetî di warê enerjî û pêşdebirina ew girêbestên di navebra her du aliyand e hene, hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hemû hevkarî û hêsanakiriyan amade ye.Serowkezîr got ku rewşa Herêma Kurdistanê di warê êkonomî de ber bi başî û geşbûnê diçe û vê yekê jî wisa kiriye ku bala sermayedarên biyanî bikşîne û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bona rêxweşkirin û hevkarîkirina kompanî û şirketên biyanî ku li Herêma Kurdistanê di warên cuda de sermayegozariyên bikin amad eye.Pêşdebirina têkeliyên dêrînên navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê, bilindnirxandina kar û pirojeyên kompaniyên rûsyayî yên di warê enerjiyê de û nirxandina rewşa herêmî bi giştî, çend mijarên din yên civînê bûn.