Piştî civîna Encûmena Rêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bidawî bû, daxuyaniyek hat belavkirin û tê de behsa naveroka civînê hat kirin ku di civînê de tekezî hat kirin ku hilbijartina Parlementoya Kurdistanê di dema xwe de were pêkanîn û ji bo paşxistina hilbijartinan ti hincetek tine ye.Roja 30-8-2018 bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî Encûmena Rêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistanê civiya.Di civînê de gotûbêj li ser çend mijarên girîng yên rojevê, ên weke hilbijartinên Kurdistanê û prosesa avakirina hikûmeta nû ya Iraqê û rola Kurdan hat kirin. Piştî bi dawî hatina civînê, daxuyaniyek hat weşandin û di nava daxuyaniya han de navroka civînê bo raya giştî hatiye eşkerekirin.Li gor daxuyaniha han di civînê de yekem babet, mijara hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê bûye û tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku tevahiya amadekariyên pêwîst bo lidarxistina hilbijartinan hatine kirin û komîsyon jî amadekariyên xwe kirine, lewma ti hinceteke siyasî, yasayî û teknîkî tune ye ku hilbijartin werin paşxistin, ji ber vê çendê pêwîst e hilbijartin di dema xwe ya diyarkirî, do 30 Îlonê de werin kirin.Babeta duyem ku di civînê de li ser nîqaş hatiye kirin prosesa avakirina hikûmeta nû ya Iraqê bûye û PDKê jî diyar kiriye ku bo beşdarîkirin di hikûmetê de, bername û pilana xwe amade kiriye û projeyeke netewî ku daxwazên rewa yên gelê Kurdistanê tê de hatine diyarkirin, amade kiriye û dê li gor projeya han li gel aliyên Iraqî danûstandinan bike. Herwiha PDK deriyên xwe bo ti aliyekî Kurdistanî jî negiritiye û daxwaz ji aliyên Kurdistanî jî dike ku li dora berejwendî û daxwazên netewî yên gelê Kurdistanê kom bibin da ku li Bexdayê pêgeha Kurdan bihêz be.Babeta sêsiyan jî, gavavêtine bo aştiya navxweyî ya mala Kurd û di civînê de PDK piştgîriya xwe ji bo wan gavan diyar kiriye û aştiya navmala Kurdistanê jî bi tişteke pêwîst û girîng dizane. 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: