Ji biryara gel ditirsin
Bi biryara parlementoya Kurdistanê, hilbijartinên parlementoyê di roja 30.09.2018ê têne kirin. Lê hinek partî û aliyên siyasî naxwazin hilbijartin pêkwerin û doza paşxistina hilbijartina dikin. Wv alî di gelek minasebeta de paşxistina hilbijartinên parlementoya Kurdistanê tênin rojevê. Li ser vê yekê serokê Gruba PDK di parlementoyê de Omit Xoşnav da xûyakirin ku, ewên daxwaza paşxistina hilbijartina dikin ji biryara gel ditirsin.Omid Xoşnav li ser hewlên paşxistina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê li ser rûpela xwe ya facebookê gotiye, hinek partî û hêzên siyasî li pêş çavan dibêjin bila hilbijartin were kirin lê li pişt perdê berovajî vê yekê dixwazin. Lê em wek PDK, li her derî û li her wextî dixwazin hilbijartin were kirin.Omid Xoşnav di vê derbarê de dibêje, bi nêrîna min her hêz û partiya ku hewla paşxistina hilbijartinan bide ji biryara û raya gel ditirse, ji bilî vê yekê tiştekî din nîne. Her hêza ku ji îradeya gelê xwe bitirse wê çaxê yan dê bi temamî tine bibe yan jî dê rizî bibe.Hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê 30 Îlonê tê kirin.