Rêya Hewlêr û Kerkûk vedibe
Peyamnêrê Kurdistan24ê (Hêmin Hisên) ji ser pira bajarokê Pirdê ragihand, ku karkirin di wê pirê de bidawî bûye û herdu alî ji bo çûnûhatinê di navbera Hewlêr û Kerkûkê de amade ne.Got jî: Îro şandeke Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, bi serokatiya rêvebirê polîsê Hewlêrê (Ebdilxaliq Tel’et) û şandeke Wezareta Avakirinê, li gel şanda Wezareta Navxwe û Avakirina Iraqê, li bajarokê pirdê civiyan, daku vekirina pirê gotûbêj bikin.Ebdilxaliq Tel’et ji Kurdistan24ê re ragihand, ku sibe wê riya Hewlêr- Kerkûkê bê vekirin û welatî ji sibê ve karin çûnûhatinê bikin.Tel’et zelal kir, ku çûnûhatina kemyonan li ser wê pirê, ji bo çend rojên din hatiye paşxistin, ji ber ku hin karên teknîkî mane û di çend rojên dahatî de wê bidawî bên.Herwiha Rêvebirê Polîsê Hewlêrê diyar kir, ku rêbenda gumrika hevbeş li Pirdê nayê danîn û ew nûçeyên behsa vê yekê dikin dûrî rastiyê ne, lê heger Hikûmeta Iraqê ji aliyê xwe ve deyne, wê demê pêwendiya me bi wê rêbendê re tine ye.