Cîhan

Tirkiye ber bi kûve diçe

Kovara Econimist di nirxandinek ya xwe de di derbarê pêwendiyên niha yên Amerika û Tirkiyê de dide xûyakirin ku, di vê krîza  navbera herdu welatan de, Demek kin de Tirkiye ,lê demek dirêj de Amerika behtir zererê dibîne.Ekonomist di nivîsa xwe dibêje: Demekî dihat hizir kirin ku dê Tirkiye bikeve nava Yekitiya Ewropa. Lê niha siyasî Tirkiye ji Yekitiya Ewropa  dûr dikeve, ji hevpeymaniya NATO yê de pirsgirêk li gel gelek welatan heye. Ew Tirkiye berê nemaye û niha Tirkiye behtir ber bi sistemek îslami ve diçe.Kovar dibêje: Lê hedî rewş gelek hat guhertin.Tirkiye di nava kriza diwîzê de ye, Tirkiye bi hinek sedemên vale keşe Brunson kir girtigehê û bernade, vê yekê rewşa heyî xirabtir kir. Sizayên Amerika rewş hêja ber bi xirabiyêve bir.Li gora Economistê krîza îro li Tirkiye heyî 3 rîskê wê hene.Yekem ewe ku, ew sermaya ku berê xwe dide welatên pêşve diçin, xwe ji Tirkiye dide aliyekî, metirsî heye ku sermaye biyanî bê tirsandin.Duyem ewe ku Tirkiye dikare di warê Darayî de bikeve di nava sekinadinekî de pêşve neçê.Sêyem jî ewe ku, benê di navbera Tirkiye û welatên Rojava de bi temamî biqete.

Back to top button