Polîtîk

Barzanî: Jiyana Leyla Qasim ji bo me hemûyan dersek e

Duhî roja 12.05.2011ê 37 sal bi ser darvekirina jina kurd a şoreşgêr şehîd Leyla Qasim da der bas bûn. Bi vê minasebetê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê peyamek pêşkeşî gelê kurd kir. Ev li jêr teksta peyama serok Barzanî:

 

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Di rojeke weke îro da û di sala 1974ê da, keça kurd ya wêrek, çavnetirs û hezkiriya  rêbaza Kurdayetiyê şehîd Leyla Qasim hate sêdare dan û bi şehîdbûna wê jî şehadeta nemiriyê bi xwe bexşî û ew di rêya Kurdistanê de buye sembola azadiyê.

Şehîd Leyla Qasim yekem jina kurd e ku li Iraqê da li ser siyasetê hate sêdare dan û li dema sêdaredanê jî bi dengekî bilind hawar kir ku bi kuştina wê bi hezaran kurd ji xew şiyar dibin. Gelek pê xweş bû ku di rêya azadiya Kurdistanê de bi serfirazî jiyana xwe bi bexşe û ev qurbanîdan  jî buye nemiriya wê û heta ku kurdek mabe dê wê bi bîr bîne. Ji ber ku jiyana wê jina şehîd derseke ji bo me hemûyan ku pêwîste wateya qurbanîdanê jê wergirîn û wekî wefayekî jî ruhê wê yê paqij bi bîr bînîn.

Dema ku dibêjim divê ders jê werbigrîn mebesta min derswergirtine li tevger û reftarên wê ku çawa berî li sêdaredanê gelek zext lê wê kiribûn ku daxwaza lêborînê bike, lê belê ew şehîda serbilind ew daxwaz retkir û ji celladan re got: Ez tenê daxwaza lêborinê ji gelê kurd dikim, ji ber ku temenê min têra wê yekê nekir zêdetir xizmeta gelê xwe bikim.

Êdî ew azadî û wêrekiya bilinda şehîd çawa nebe remzek ji bo wan kesên ku li ser rêbaza wê ne û çawa jî nebe bernameyek ku pêwîste em hemû peyrew bikin.

Hezaran silav ji bo ruhê paqijê şehîd Leyla Qasim û hevalên wê (Hesen Heme Reşîd, Nerîman Fuad, Azad Silêman Mîran û Cewad Hemewendî) ku di vê rojê da her hemû bûne stêreke geş li asîmana Kurdistanê ku îro parlamento û hikûmeta herêma Kurdistanê bi xêra wan û tîşka wan daye, ji ber ku destkeftên îro renca wê serkirdê, pêşmerge û dilsozane ku evîndariya axa Kurdistanê li pêş ruhê wan bûye û herdem baweriya wan bi wê yekê bûye ku dijmin her çend bi çek û teqemenî û firoke bi hêz be, lê belê kurd wekî neteweyeke zîndî û bawerî bi xwe heyî ji bona  bidestxistina mafê rewayên xwe amadeye giyanê xwe pêşkeş bike û bi merdayetî û azayetiya xwe rûpelên dîrokê bi tîpên zêrînên xebata xwe binexşêne û dastenekî pir serwerî û mêrxasî tomar bike.

Mesûd Barzanî

Serokê herêma Kurdistanê

12.05.2011

Back to top button