13'ê Gulan

13’ê Gulan
Di sala 1981’an û di rojekî wekê îroyê de Papa Yûhana Paulê II ji aliyê teroristê tirk yê bi navê Mehmet Ali Ağcayê ve hate brîndar kirin.
Papa Yûhana Paulê II
Papa Yûhana Paulê II (18.5.1920-3.4.2005) ji sala 1978 heta 2005 papa bû.
Yûhana Paulê II (anku, Yûhana Paulê duyem, bi latînî: Joannes Paulus II) bi eslê xwe polonî ye û navê wî yê eslî Karol Józef Wojtyła ye. Ew sala 1920’î li Polandê hatiye dinyayê. Wekî tradîsyon papayê katolîkan ji yekê îtalî dihat hilbijartin û ji sala 1522’yê û vir ve ev kevneşopî dihate şopandin. Lê belê cara pêşiyê Karol Wojtylayê polonî di 16’ê kewçêrê 1978’î de wekî papa hat hilbijartin.
Papa Yûhana Paulê II mirovekê gerxwaz bû û 104 caran çûye serdana welatên derve. Di dema desthilata YKSS’ya berê de wî gelek caran rexne li desthilata komunîstan digirt û piştgiriya opozîsyona Polondê dikir.
Papa Yûhana Paulê II ku mezintirîn serokê dînî yê katolîkên cîhanê ye di 2’ê avrêlê 2005’î katjimêr 21.37’î de mir.