Polîtîk

Barzanî rewşa Kurdistanê nirxand

Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê li Selahedîn li gel nûnerên navendê ronakbîrî yê Êla Begê Caf û Navenda Hevbeşa Lur û Navenda Rewşenbîrî û Civiyakiya Baban û Malbenda Rewşenbîriya Hewraman û Navenda Rewşenbîriya Goran û Nivîsîngeha Karubarê Kakeyî û Malbenda Rewşenbîrî û Civakiya Sadata Pîr Xidirê Şaho kombû.

Li destpêka kombûnê da, Nûnerên wan Navend û Malbend û Nivîsîngehan ji bo vê hevdîtin û pejirandina daxwaza wan û amadehiya derbirîna ji bo guhgirtina li wê projeya ku bi navê Encumena Alîkariya Aştî û Pêkve Jiyanê hatiye amade kirin bi mebesta nirxandina vê pêvajoya ku piştî 17 ê Şubatê li Herêmê dirûst bûye spasî Serok Barzanî kirin û balkişandin li ser wê yekê ku ev pêvajo rewşeke nebaş bû û dibe ku hal û mercê bi encameke ve bibe ku li encamê da bi xerapî li ser nav û dengê Herêmê bimîne û ezmûna Herêma Kurdistanê jî lekedar bike û ragihandin ku ev ezmûna Herêma Kurdistanê rencê xebat û qurbanîdana Pêşmerge û hemû gelê Kurdistane ku nabê‌ bi tu awayek ev rûdaw bandorê li ser aramî û destkeftê mezinên vê Herêmê bike.

Paşê bi kurtî di derbarê çawayiya pêkanîna vê Encumenê pêşkêş kirin û her wiha vê projeya ku bi navê Encumenê ve hatiye amadekirin ji bo nirxandina rewşa bajarê Silêmanî û pêşkêşkirina wê projeyê bi hemû aliyê siyasiyên Kurdistanê ji bo nirxandinê ku ji şeş xalan pêkhatiye:

1- Bi dawî anîna helmetên ragihandinê.

2- Vegerandina pêvajoya Silêmanî ya berî 17ê Şubat.

3- Girêdayîbûna hemû aliyek bi asayîş û aramiya Herêmê.

4- Rijandina xwîna Kurd bi destê Kurd ve bikin hêla sor.

5- Ji aliyê Hikûmetê ve encamdana çaksaziyên pêwîst.

6- Li navbera aliyan da encamdana kombûneke lezgînî.

Serok Barzanî, li gel bixêrhatina amadebûyan ragihand ku wî pêzanîneke mezin ji bo wan hewl û hengavên wan heye û pêzanînê jî ji bo hemû hewl û hengaweke her kes û aliyek heye ku li nav berjewendiya bilinda gelê Kurdistanê da bê û ragihand ku wekî desthilat nabêjîn kêmasî nebûye û tûne. Lê belê bi vî rêyî ku hinek alî xistine pêşiya xwe nayên wateya çareserkirinê. Biryara çaksaziyê berî 17/02 hatibû dayîn û her bi wê navê jî û berî li serdana min a Îtalya li gel hemû aliyê siyasiyan kombûm û li wê kombûnê da min daxwaz ji hemû aliyek kir ku piştî vegerana min projeyekî hevbeş pêşkêş bikin. Ji bo bi cîhkirina projeyê jî ji bo Hikûmetê demeke diyarkirî deynim. Lê belê ku gihiştim Îtalya bi mixabinî rûdawek rû da ku eve jî berevajiya wê yekê bû ku li ser rêkkeftibuyîn. Her li Îtalya min peyamekî pêşkêşî hemû aliyek kir ji bo nirxandina rewşê. Lê belê mixabin aliyên hevrik rûdawan zêdetir kirin. Li rastiyê de du ajandayên cûda li wan rûdawan de bikartînin. Yekem daxwaziyên xelke ku bi hemû şiyanek xwe ve hewla bi cîhkirina wan didîn û piştgîriyê jî lê dikîn. Duwem daxwaza yan ajandaya hizban ku raste heqê wane daxwaz bikin lê belê nedibu bi vî awayî daxwazên xwe bixin rû.

Li roja Newrozê da min peyamek pêşkêşî hevrikan kir û min daxwaz ji wan kir ku yan bêne beşdarî pêvajoya çaksaziyê bikin, yan jî beşdarî li Hikûmeteke bingeha wê berfireh bikin. Eger na pêkve rû li sindoqên dengdanê bikîn û hilbijartinekî pêşwext encam bidîn û bila li vî warî de gel biryara xwe ya dawî bide. Lê belê ku min behsa hilbijartinê kir her hemû paşve vekişiyan û piştî wê jî Parlemena Kurdistanê 17 xala xwe ragihand û wekî Partî(PDK) û Yekîtî(YNK) pê razî bûn.

Hez dikim bi hemû gelê Kurdistanê rabigihînim ku hê em ne xwedî dewletin heta em bên û wekî hinek welatên Erebî bikîn. Ew xwediyê kiyana xwe ne û ew kiyan jî bi gûhertina desthilat her wekî xwe dimînin. Lê belê ewê em bi xwe eger li dest bidîn qet dûbare nabê. Ev rewşa niha ya Herêmê bi hêsanî nehatiye holê, belku bi xwînê hatiye dirûstkirin û bi war jî nadîn tu kes û aliyek wiha bu hêsanî biruxênin.

Li ser çi bingehek Hikûmet biruxê‌? Eger bi hilbijartin bê dengê zêdetir aniye, ku wate şer’iyet li cem Hikûmete û pêwîste em hemû alî wê şer’iyetê biparêzîn. Bi eşêkere jî dibêjim bi kudeta kes nikarê‌ wê şer’iyetê biruxênê‌, lê belê bi hilbijartinê belê‌.

Min ji mêjve soza wê yekê daye ku careke din bi tu awayek rênadîn xwîna Kurd bi destê Kurd ve birijê‌ û ewê ji destê me jî bê ji bo nirxandina başkirina vê rewşê kêmasî nakîn û heta niha du peyaman me pêşkêşî desthilat û hevrikan kiriye heta pêkve rûnin û bigihin peymanek ku li berjewendiya Herêmê da bê. Gelo li çi welatek li rojek da 70 polîs birîndar bûye? li Ewrupa yek polîs bê kuştin yan birîndar bibê‌ dinya radibe. Gelek car dibêjin yasaya xwepêşandan rêgire li berdem xwepêşandanê, gelo muhlet wergirtin rêgiriye? Li hemû dinyayê da berî xwepêşandanê muhlet tê wergirtin mînak jî gelekin. Ewê li Brîtanya tê peyrew kirin bila li Kurdistanê jî peyrew bikîn‌. Niha em hemû li benda bersîva hevrikanin bila werin û li gel hizbên desthilat rûnin, ew projeyeya weye li ser çavan, lê belê ji xwe divê‌ hevrik li gel desthilat rûne ji bo bi cîhkirina wan şeş xalan.

Li dawiya civînê de amadebûyan nêrîn û dîtinên xwe xistin rû û ji bo vê derfetê û bi singekî fireh wergirtina projeya wan spasî Serok Barzanî kirin û daxwaz ji birêz kirin ku pêgeha siyasî û civakiya xwe ji bo çareserkirina rewşê bi kar bîne û ji bo wergirtina xelata Aştî û Çalakiya Dîplomasî ya ji aliyê Zanîngeha Tuftsa Emerîka ve û her wiha bi jenosaydnasandina enfalkirina Barzaniyan pîrozbahiyê jî lêkirin.

Back to top button