Polîtîk

Ocalan ji hevdîtinên li gel dewletê bi hêviye

Dema parêzerên Ocalan serdana wî kirin, di nav wan de parlementerê kevin Mahmut Alinak jî hebû. 11-ê Gulanê Mahmut Alinak jî di hevdîtina li gel Ocalan hatî kirin de amade bû. Di derbarê hevdîtina xwe de Mahmut Alinak ji rojnama Tarafê re axivî.

Di vê derbarê de Alinak got: Dîtina me 5 demjimêra berdewam kir. Ez bi xwe li ser navê “ komiteya bila xort nemirin û malbat netefin“ çûm Îmralî. Ocalan ji mere got ku, ew komiteyek taybet re hevdîtinan dike. Civîna herî dawî ji berî du rojan li gel wan hatibû kirin. Ocalan da xuyakirin ku ji hevdîtinên li gel dewletê bi hêviye. Lê Ocalan mînaka Necmettin Erbakan, Turgut Ozal û Bulent Ecevit da û got; berê ev hemî hatin teswiye kirin. Nihajî tirsa min heye ku ev komita li gel min hevdîtinan dike bête teswiye kirin.
Dema Ocalan behsa Necmettin Erbakan, Turgut Ozal û Bulent Ecevît kir, got wan dixwesta pirsa me çareser bikin ji ber wê ew dan aliyekî.

Back to top button