Sûrî xwepêşandanan hejiya

Îro li seranserê Sûrî bi xwepêşandanan hejiya. Di serî de li Şamê, Derea, Humus, DereZor, Raqa  û bajarên li derdora Şamê xwepêşandan pêkhatin û xelkê doza ruxandina rejima Bees kirin.

Herweha li bajarên Kurdistanê, Qamişlo, Hasîça, Amudê û Derbisiyê jî xwepêşandan çêbûn kurdan doza azadî û demokrasiyê kirin.

Wek hercarê hêzên rejimê bi tundî êrîş birin li ser xwepêşandana û li gora agahdariyan 8 kes hatine kuştin û birîndar  gelekin. Di rastiya xwe de agahdariyên di derbarê kuştiyan de ne gelek rastin ji ber ku her carê hêjmara rast zêdetire.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: