Sûrî: Kurd têne girtin
Rewangehê ragihand, ku sedema girtina wî ew e, ku ew di xwepêşandanên bajarê Qamişloyê de beşdar bû.
Dr. Ebdil Kerîm Umer berpirsiyarê kargêr yê Encûmena Giştî ya Hevbendiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê ye. Dr. Umer, zewicî ye û xwedan zarok e, herwiha dermanas û çalakvanekî mafnas e. Heya aniha çarenûsa wî ne diyar e.
Doh jî ku di kevê 9 gulanê, gelek welatiyên kurd, yên ku di xwepêşandanan de beşdar bûn, ji hêla hêzên ewlehiyê ve hatin vexwestin. Malpera ku ev nûçe weşandî diyar kiriye ku navên hin kesan bi dest xistine û peyamnêrên wan hewil didin ku navên girtiyên din jî bizanibin. Yên ku navên wan hatine nasikirin:
Enwer Nasu (Fermanbere li fermangeha çandiniyê
Merwan Husên (fermanbere li Poste û Gihandin)
Ebdul Muhisin Xelef ( Mamosteye)
Feysel Qadir (Mamostey
Mihsin Xele
Feysel El Qadirî
Fehed Xanî
Dilyar Xanî (Endazyar)
Bajarê Amûdê di heftiya borî de bû armanca hêzên ewlekariya Sûriye, ku li deriyê gelek malên bajêr dixistin û xort û çalakvanên kurd digirtin.
Her heman malpera The New Syria belavkiriye ku
Îro çar girtiyên kurd li Qamişloyê birin dadgehê û hatin darezandin
Li gorî ku ciwanên kurd ji malpera Sûriya Nû re ragihandine, îro 4 girtiyên kurd li Qamişloyê birin dadgehê û hatin mehkemekirin.
Navên wan li jêr wehane:
Ebid El semed El Şêx
Cemal Ebid El Nasir
Said Bavê Riyad
Usama El Hilalî
Berê ji nevça ewlekariya leşkerî dibirin Dadgehê û bi tewana gurkirina nakokiyên olî û milî dihatin sezakirin, lê îro û piştî pirsiyarkirin û lêkôlînan û bi beşdarbûna parêzer, tewanên wan hatin gûhertin. Ew hatin darezandin bi tewana beşdariya di xwepêşdanên ne yasayî de bê rêdana dewletê.
Her çar rêzadar û çend kesên din jî bi wan re,, ku hîna navên wan ne gehane me, mane binçavkirin ta ku dûbare bên lêpirsiyar kirin.