Ermenistan Konsolxaneya xwe li Hewlêr vedike

 Li gorî nûçyeke Kurdistan Tv, îro şandeyek ji parlementerên Ermenistanê, di hevdîtineke de bi serokê parlementoya Kurdistanê re, li hember pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê dilxweşiya xwe diyar kirin û hêvî xwestin ku, pêwenidiyên heyî yên di navbera Parlementoyên her dû welatan de hîn bihêztir bibin.

Şandeyê her wiha di berdewamiya axaftinên xwe de eşekere kir ku, Ermenistan jî dixwaze bi mebesta bihêz kirina pêvendiyên xwe yên bi Kurdistanê re Konsulusxaneya xwe li Hewlêrê bide vekirin.

Şanda parlementerên Ermenistanê, Serokê Parlementoya Kurdistanê bi mebesta serdana vê welatî bi awayekî fermî vexandin Ermenistanê.

 

 

Nerîna min :