Civak
Ebadî di peywendiyeke telefonî de ji serok Barazanî re sersaxî xwest
Heyder Ebadî Serokwezîrê Îraqa Federal, roja 07.04.2018 bi boneya wefata Dilovan Îdrîs Barzanî, bi telefonê peywendî bi Serok Mesûd Barzanî kir û sersaxiyên xwe gihandinê. Di wê peywendiya Telefonî de, Serokwezîrê Îraqa Federal, ji bo wefata Dilovan Îdrîs Barzanî, sersaxî û hevxemiya xwe bi Serok Barzanî û malbata Barzanî gihand. Ebdaî hêvî xwest Xwedayê mezin xwedêjêrazî bu beheşta xwe şad bike û ev kovana dawiyê ya malbata Barzanî be.Serok Mesûd Barzanê, ji bo wê peywendiya telefonî û nîşandanan hevderdî û hevxemiyê sipasiya Heyder Ebadî Serokwezîrê Îraqa Federal kir