Cîhan

DAÎŞ li Iraqê dîsa hêza xwe kom dike

Piştî li Iraqê hate ragihandin ku rêxistina DAÎŞ bi temamî tê çûye, hukumeta Iraqê li gel Artêş û Heşda Şeibî êrîşê Kurdistanê kir. Piştî ku wan bawer kir DAÎŞ xilas bûye, berê xwe dan kurda, tişta ku DAÎŞê li kurda kirî heman tiştê niha Heşda Şeibî dixwaze bike.Ji aliyê hemû cîhanêve tê zanin ku ne bi hêza kurda bûye tu cara Artêşa Iraqê û Heşda Şeibê nikariya şerê DAÎŞê bike û wan bişkine. Lê hêza pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên hevpeymanî DAÎŞê têkbirin.Di bingehê xwe de DAÎŞ çibe Heşda Şebî jî ew e. Yek Suneye yek jî Şîe ye. Li himber kurda herdu jî wek hevin û dixwazin hêza kurda ji nav bibin.Li Kurdistana Başûr çewe kurda şerê DAÎŞê kirîn , mecbûr bûn ji bo xaka xwe piparêzin şerê Heşda Şeibî jî bikin.Di van demên dawî de li Iraqê DAÎŞ cardin kom dibe û hinek deveran de çalakiyan dikin, li derdora devera Kerkûkê û Hewica hinek çalakiyan dikin  herweha niha li derdora Musil jî dest çalakiyan kirine.Li Iraqê hêzên DAÎŞê piranî erebên sune yên Iraqê bûn. Niha jî gelek ji wan di nava DAÎŞê de mane û xwe didin serhev.  Eger DAÎŞ cardin berê xwe nedin Kurdistanê û şerê kurda nekin, nabê kurd herin deverên din yê Iraqê şerê DAÎŞê bikin. Erka Kurda ne şerê DAÎŞê ye, erka wan ya herî mezin parastina xaka Kurdistanê ye. Erîşek ji aliyê kîve werê gerek şerê wan bikin û xaka xwe biparêzin.Heman tişt li Kurdistana Rojava jî derbas dibe. Hêzên kurd deverên wek Mincib, Reqa û Derezorê li ser axa Ereba şerê DAÎŞê kirin. Bi hezaran ciwanên kurd ji bo azadkirina xaka Ereba şehid bûn. Encam bû çi? Rewşa Efrînê ku ji bo kurda trajediyekê û îflasa siyesetekiye, hertiştekî dertêxe holê.Eger hêzên Li Mincibê, Reqayê û Derezorê li Efrînê bûna dê rewş cudabûya.Kurd divê hêzên xwe li ser bingehek netewî û parastina xaka Kurdistanê bikin yek û şerê xwe ji bo xwe bikin.

Back to top button