Cîhan
Amerika ji rewşa Efrînê dilgirane

Li ser ketina hêzên Tirkiye û Artêşa Azad ya Efrinê Amerika helwesta xwe diyarkir.Wezereta Derve ya Amerîka di derbarê dagirkirina Efrînê û talan kirina vî bajarî de dilgiraniya xwe da nêşandan û da xûyakirin ku ew rewşa Efrînê dişopînin.Wezereta derve ya Amerika di daxûyaniya xwe de dibê je ku,li gora raporên ku 48 demjimêrên dawî gihatîn me,piraniya xelkê Efrînê ku kurdin,di bi tehdîta Tirkiye û Artêşa azad de ne. Ji bo vê yekê jî xelk neçar bûye û koçber bûne. Xelkê malên xwe bi cih hiştine û rewşa wan gelekî xirabe.Wezareta Derve dibêje: Washington raportên ku behsa rewşa Efrînê û taybetê behsa talankirina vî bajarî dikin gelekî dilgirane.Amerika ne rihetbûna xwe ji Tirkiye re ragihandiye.