Erdogan ber bi kûve diçe?

Serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan îro li bajarê Mersinê di xwepêşandanekî de axavtinek kir û behsa rewşa Efrinê kir:Erdogan di derbarê Efrinê de got: Heta niha me 900 km ji “teroristan“ pakij kiriye. Heta em di Efrinê hemûyê de kontrola xwe bi temamî pêkbînin dê operasyon berdewam be.Ji aliyek din vê Erdogan da xûyakirin ku heta vê gavê, 3213 çekdarên YPGê ji nav birine. Wek din Erdogan dibêje ku, piştî Efrinê deverên din ji aliyê me ve bêne pakijkirin.Di axavtina xwe de Erdogan behsa Qamislo jî kir û dê ewê vê deverê jî ji “teroristan“ pakij bikin.Erdogan di axive, hestiyê ziman tuneye, çi tê ber devê wî dibêje. Herweha ev cara yekem e ku Erdogan îşareta ku MHP daim bi kar tîne karani. Li Tirkiye ev îşaret ji berê pê de ya faşîstane û her demî MHP û faşîstên nijadperest ev îşaret bi karanine. Li Mersinê Erdogan jî Îşareta hanê bi karanî û ev tê wê wateyê ku, Erdogan ber bi MHPê ve dibeze.


