
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi keseyeta xwe û diplomasiya piştî 16ê octoberê rêve birî hişt ku Kurdistan ji xeteriyek mezin derkeve hêdî hêdî ber bi aramiyê ve herê. Astenga di rêya aramkirina rewşa Kurdistanê sê tiştên bingehîn bûn. Yekemin helwesta Amerika û dewletên YE di derbarê pêkanina Referanduma serxwebûna Kurdistanê û vê yekêve girêdayî helwesta dewletên herêmê, duyem helwesta hukumeta Iraqê di derbarê Kurdistanê û bi karanina metodên leşkerî , sêyem helwesta navxwe ya hinek aliyên siyasî li Kurdistanê û xiyaneta 16ê octoberê û bermayên wê.Hukumeta Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzani mercên heyî bi awayek rasteqênî nirxandin û li gora vê jî siyasetek liberal û serkeftî rêve bir û berê Kurdistanê ji tevlihevbûn, têkçûnê û xirabiye veguhazt û ber bi pêşkeftin , aramiyê û huzura xelkê ve bir. Niha Kurdistan ber bi başiyê ve diçe .Başe serokwezîr Barzanî çi kir û diplomasiyek çewe rêve bir ?
- Bi tenê (120) rojan da, zêdetirê (70) hevdîtinên siyasî, (15) beyanname û daxuyanî, (12) kongreyên rojnamevanî, belgeyên wê serkeftinane.
- Siyaseta nermî ya Nêçîrvan Barzanî hevkêşeyan diguhere
Piştî rûdanên (16)ê cotmeha 2017ê tehdîtek mezin li ser Herêma Kurdistanê û ezmûna dehên salan desthilatdariya xwe birêvebiriya Kurd, ji aliyê civaka navdewletî û bi serpereştiya Heyder Ebadî Serok Wezîrê Iraqê hebû. Ev gef jî bi sedema daxwazkirina mafekî rewa ya gelekî bû ku sedan sale ji bo wê hewl dide ku ew jî referandûma serxwebûnê ku li roja 25ê Eylûla 2017 birêveçû.Di referandumê de zêdetirê %93 ê beşdaran dengê bi “Belê” ji bo serxwebûnê dan, lê belê yariyên siyasî û berjewendiyên welatên bi hêz ewe xwest ku dijî Herêma Kurdistanê rawestin. Heta gef û metirsî ji siyasî ve berev serbazî ve gûherî û rûbirûbûnekî tund li navbera Pêşmerge û Heşda Şe’bî (ku li nav lîsta terora Amerîka û Ewrupadane) bi berçavê hemû cîhanê rûda û civaka navdewletî jî bêdengiyê hilbijart.

- Serkeftinên Pêşmerge li “Pirdê, Sihêla, Mehmudiye, Zummar û Mexmûr”, qonaxa yekema rabûna Herêma Kurdistanê bû.
- Gotarên dîplomasiyên Nêçîrvan Barzanî ji bo pabendbûna destûra Iraqê, hengavê dûyema şikesta neyarên Kurd bû û ji aliyeke din ve serkeftina Kurdistanê ji aliyekî din ve bû.
- Guherîna gotara Amerîka û Rojava beranber Herêma Kurdistanê, hengavê sêyema serkeftina hikumeta Barzanî bû.
- Tundbûna helwesta Amerîka û Rojava beranber Iraqê û daxwazkirina wan ji bo hevdîtin û guftûgo li gel Herêma Kurdistanê, hengavên çarem ya serkeftina Herêmê bû.
- Şikandina dorpêça li ser Herêma Kurdistanê ji aliyê Fransa ve û hevdîtina Nêçîrvan Barzanî li gel Emanuel Macron Serok Komarê Fransa li Parîs li 01.12.2017, hengavê pêncem ya serkeftina Herêma Kurdistanê bû.
- Serdanên Almanya, Îtalya, Swîsre, Bexda û Tehran û peywendiyên telefoniyên li gel Serok Wezîra Brîtanya, Serok Wezîrê Îtalya, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Wezîrê Derveyê Amerîka û Berpirsên dinên cîhanê, hengava şeşema serkeftina Barzanî bû.
- Hatina Wezîra Berevaniya Almanya û Wezîrê Derveyê Fransa û têkşikandina dorpêça ser geştên navdewletiyên firokxaneyên Hewlêr û Silêmanî, hengavên heftem ya serkeftina Nêçîrvan Barzanî bû.
- Hengava heştem ya serkeftina Barzanî di paşarojeke nêzîktir zêdetir rûn dibê. Piştî serdana duyem ya Almanya, paşê jî ya Brîtanya, eve jî guhertinên mezin li pey xwe de tîne û hevkêşeya Kerkuk û navçeyên dinê derveyê Herêma Kurdistanê li berjewendiya hikumeta Barzanî ve diguhere.


- Di dema birêveçûna referandûmê ve Hikumeta Herêma Kurdistanê amadehiya xwe ji bo guftugokirina li gel hikumeta Iraqê derbirî, ji bo ku hêceta hikumeta Iraqê nemîne ku bibêje Hikumeta Herêmê dergehên xwe girtiye.
- Hikumeta Herêma Kurdistanê bi hemû awayekî şer retkir û daxwaza guftûgo û aştiyê kir. Heta ku Hikumeta Iraqê hêceta bikaranîna serbazî nemîne.
- Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji civaka navdewletî kir ku navberkarî li navbera Hewlêr û Bexda de bike. Eve jî sedemek bû ku carekî din bala civaka navdewletî rabikêşê.
- Daxwazkirina aştiyê ji aliyê Hikumeta Herêma Kurdistanê û retkirina rêyên serbazî, sedemeke din bû ku civaka navdewletî peywendiyên xwe yên li gel Hikumeta Herêma Kurdistanê asayî û normal bike.
- Bersîvdana tometên Heyder Ebadî, ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve bi zimanekî dîblomasiyane û bi belge ve, bala civaka navdewletî rakêşa bo ku zext û gûşaran li ser Hikumeta Iraqê bike.
- Hikumeta Herêma Kurdistanê bi berdewam daxwaz ji aliyê Iraqiyan û welatan kir ku navberkarî bikin û Herêma Kurdistanê aştî û pêkve jiyanê dixwaze.
- Hikumeta Herêma Kurdistanê li hemû hevdîtinên siyasî de peyama ewe gihandiye ku ew şerê rûdaye li navbera Pêşmerge û Heşda Şe’bî sedema wê Hikumeta Iraqê bûye, neku Herêma Kurdistanê û niha jî em daxwaza diyalogê dikin.
- Li ser asta navxweyî jî Nêçîrvan Barzanî bi xwe sedemek bûye ji bo dirust nebûna dû îdareyî û zêdetir ji hevdû veqetîna nav mala Kurd û serkeftinê jî bi dest ve anî.
Nûçe / analiz


