Îroj

25'ê Avrêl

25’ê Avrêl

Di sala 1992’an û di rojekî wekê îroyê de li Emerîkayê Radyoya Kurdî ya Dengê Emerîka hate damezirandin.

Dengê Amerîka , ku li sala 1942 hat damezirandin, ajanseka nêvneteweyî ya ragehandinê ye û ser bi hikûmeta Fedral ya Amerîkî ye. Di heftiyekê de, Dengê Amerîka nizîkî 1,500 demjimêrên nûçe û babetên din ji bo 125 milyon kesan li seranserî cîhanê belav dike.

Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka piştî Şerê Kendavê li roja 25 meha Avrêla 1992 hat damezirandin. Pişka Kurdî rojane sê demjimêrên nûçe, pêzanîn û babetên din belav dike.  Li Adara 2010, 21 karmend û 9 peyamnêr bo Pişka Kurdî kar dikin.

Back to top button