Polîtîk

Bergehê hevkariya kurd a hilbijartinan bipesn nirxand

Bernameya Bergeh bi birêvebiriya rojnamevan Cemal Batun û panelîstên Bergehê rojnamevan Kurdo Baksî û Abit Gurses pesnê  hevkariya bloka Kurd – di pêvajoya hilbijartinên Tirkiye de ku di navbeyna Partiya Aştî û Demokrasiya (BDP) û Partiya Beşdariya Demokratîk (KADEP) pêkhatî da, kir. Batun, Gurses û Baksi herweha hêviyên xwe ku Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR) jî di vê bloka kurdî de rol bilîze û hevkariyê anîn zimên.

Rojnamevan Batun,  rexneyên hin kesayetiyan ku li Bloka KADEP-BDP û bi taybetî li Birêz Serafettin Elçî – Serokê KADEP hatî kirin jî girte dest û diyarkir di carçoweya siyasetek plural / pirralî de kirin e rexneyan tiştek sirûştî ye, bi taybetî gava di carçoweyek avakr de bên kirin. Panelistên Bergehê Gurses û Baksi jî diyarkirin ku pêkanîna Bloka Kurd, hêviyên gel ên bi salan ku kurd di qada siyasî de hevkariya xwe pêkbînin de gavek gelek erênî ye. Bernameya Bergehê listeya berendamên parlementoyê ku wekî serbixwe, lê bi piştgiriya KADEP û BDP û herweha ji derve alîkarîkirina HAK-PAR jî hatî rëzkirin, wekî lîsteyek bihêz binavkir. Bi taybetî jî navên: Serafettin Elçî, Ahmet Tuirk, Leyla Zana, Esat Canan, Selahattin Demirtaş û Gulten Kisanak hatin diyarkirin…

Bernameya Bergeh rexne li struktura YSK (Komisyona Bilind a Hilbijartinan) kir û vetoya wan bi tundî protesto kir. Berxwedana gel hemberê biryara YSK jî wekî berxwedanek pîroz binav kir…

Back to top button