Civak

Nivîskar rejima Sûrî protesto dikin

Komeleya nivîskar helbestwan û wergervanan (YAZ-DER) bi daxuyaniyekî hovitiya rejima Sûrî protesto kir. Komeleyê di daxuyaniya xwe de da kifşkirin ku, rejima Sûrî daxwaziyên xelkê yên ji bo azadiyê û demokrasiyê bi tundî diperçiqîne û bi hovitî bersiva daxwaziyên azadiyê dide.

YAZ-DER dibeje ku, Li Sûrî niviskar, rewşenbîr û kesayetên ji xelkê roj nîvê rojê têne girtin û kesek aqîbeta wan nizane. Zordariyek mezin li ser rewşenbîr û xelkê heye.

Em bi hemî awayî pişgiriya xwe ji bo xelkê Sûrî didin nîşandan û ji bo cih bi cih bûna demokrasiyê li herêmê pişgiriya tekoşîna ku tê kirin dikin. Bila ji bo cîhanekî aşitiyane, û azad ev zilm û zordarî xilas bibe.

Back to top button