Dê Evren bê darizandin
Dê demek nêzik parêzerê Enqere Murat Demîr serokê darbeya leşkerî yê 12-ê Îlona 1980-ê û hevalên wî bixweze dadgehê da ku ji bo tawanê ku kirîn lêpirsînê li gel wan bike.Gelek kesên ku di pikanîna Înqilaba leşkerîya faşist ya 12-ê Îlonê de rolên taybet leyîztîn îro ne li jiyanê ne. Lê hemîyên ku dijîn dê raberî dadgehê bêne kirin. Di serê wan de jî Kenan Evren heye.
Piştî ku parêzer Murat Demir di derbarê pêkanîna înqilaba leşkerî de dest lêpirsînê kirî gelek kesên cur bu cur daxwaznameyan rêdikin û giliya tawanbarên 12-ê îlonê dikin.
Belgeyên înqilaba 12-ê Îlonê hemî niha li ba Murat Demîr kom dibin û ew jî li gora gahdariyan dê demek nêzîk de bi anîna Kenan Evren ya dadgehê prosesa darizandina tawanbarên înqilaba leşkerî biawayek fermî destpêbike.